Ryan Dillon di hevpeyvîneke li gel Tora Medyayî ya Rûdawê de, bersiva çend pirsyarên têkildarî şerê li dijî DAIŞê, hebûna Heşda Şeibî li navçeyên nakok ên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, rewşa Xurmato û gefên Tirkiyê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê da.
Dillon di bersiva pirsyara, gelo hûn çi dikin bo rêgirtina ji çêbûna DAIŞê û grûpên vi vî awayî, ragihand: “Herdem ew xwastek hebûye ji bo rêgirtina ji tiştên weke DAIŞê ku vegere. Em jî alîkariya hikûmeta Iraqê dikin, ew jî bi rêya îstîxbarat û zanyariyan, daku em piştgiriya operasyonan bikin bo dîtina wan gefan.”
Eva li xwarê hevpeyvîna televîzyonî ya Rûdawê ya bi Ryan Dillon re ye:
Niha hêzên iraqî li biyabanên Enbar û Tikrîtê operasyonekê li dijî çekdarên DAIŞê encam didin, bi baweriya we bi bidawîhatina wê operasyonê, DAIŞ li Iraqê dawî pê tê?
Ew ji aliyê serbazî ve şikstine, lê belê em dizanin ku hêj bi temamî nehatine têkbirin. Ew navçeya biyabanî ku em têde operasyonan encam didin yan hêzên ewlehiyê yên Iraqê operasyonan têde pêk tînin, bi şêweyekê xwezayî cihê veşartin û xala veguhastinê û rêya qaçaxê bûye ji bo DAIŞê. Ji ber wê jî ew operasyon giring e, lê belê hêj divê hewlên zêdetir bo geryan li dû cihên wan û dîtina şaneyên wan û rêgirtina ji wan werin dan, daku nekarin di demên dahatî de êrişan pêk bînin.
Hejmareke zêde ya kesûkarên çekdarên DAIŞê ji aliyê hêzên iraqî ve hatine desteserkirin û piraniya wan jin û zarok in. Çarenivîsa wan dê çawan be? Hûn weke hevpeymanan çawan serederiyê li gel wê dosyayê dikin?
Weke Hevpeymaniya Navdewletî erkê me têkşikandina DAIŞê ye. Hikûmeta Iraqê welatekî xwedî serwerî û sîstema xwe heye. Ev pirsyar pêwendî bi wan ve heye. Wan, çekdarên biyanî û malbatên wan desteser kirine. Ez fêm dikim ku ew li gel hikûmeta wan welatên taybet kar dikin, ji bo ku bigihîjin çareseriyekê, lê belê ew dikarin bersiveke temam a vê pirsyarê bidin.
Hûn gelek caran behsa wê dikin ku pêşmerge hêzeke bi bandor bûye di şerê li dijî DAIŞê de. Gelo rola pêşmerge di qonaxa piştî DAIŞê de dê çawan be? Amerîka piştî DAIŞê çawan alîkariya hêza pêşmerge dike?
Tekez tu rast dibêjî. Her ji destpêka vî şerê ve, pêşmerge roleke giring lîstiye. Hevpeymaniya Navdewletî jî di vî şerî de rahênan bi pêşmerge kiriye û mil bi milê wan şer kiriye û şêwir dane wan û piştevaniya wan kiriye. Heta îro bi şêweyê rahênanê û dabînkirina çek, me piştgirî bo derdora 22 hezar pêşmergeyan dabîn kiriye. Ew yek di paşerojê d edê çawan be û hejmar dê çend be, tiştek e ku heta niha jî em li ser dixebitin, ew yek jî di demekê de ku em ji şerekî serbazî ya li dijî DAIŞê ve ber bi dabînkirina asayişa berfireh û rêgirtina ji grûpên çekdar ên terorîst ve derbas dibin, di demekê de ku em ber bi paşerojê pêngavan dihavêjin.
Ew navçeyên ku Heşda Şeibî û artêşa Iraqê bi alîkariya Hevpeymanan kontrol kriine, ji be rnevegeriyana xelkê wan û xirabiya rewşa ewlehiyê, metirsiya wê yekê çê dike ku DAIŞ û grûpên din ên hevşêweyê DAIŞê li wan deran cardin serî rakin, we çi kiriye ji bo ku ew yek çê nebe?Ew, pêngaveke gelek giring e ku di paşerojê de çi tê sere ewlehiya Iraqê. Hevpeymaniya Navdewletî, li gel hêzên ewlekariyê yên Iraqê bo vê mebestê kar dike. Xala yekem, heta niha di şerê li dijî DAIŞê de Hevpeymaniya Navdewletî rahênan bi 124 hezar karmendên ewlehiya Iraqê kiriye û ew çekdar kirine. Me derbarê pêşemrge de axivt Hinek ji hêzên din, ji wan jî pasevanên sînor ku gelek giring dibe, her weke ku em dibînin, di şerê li dijî DAIŞê de çekdarên wan li Sûriyê tên şikandin û diçin biyabanan û navçeya rojhilatê Sûriyê ku dikeve ser sînorê Iraqê. Herwiha em rahênanê bi hêza Dije-Terorê û hêzên polîs jî dikin. Her ji ber wê, dema ku em ber bi paşerojê ve pêngavan dihavêjin, çavdêrîkirina navçeyên niştecihbûnê ji aliyê polîs ve giring e.
Niha behsa wê tê kirin, ku grûpeke tundrew li nêzîkî Xurmatoyê peyda bûye û ew çalakiyên serbazî dikin û dixwazin wan navçeyan kontrol bikin, gelo we zanyarî li ser liv û tevgerên wê grûpa çekdar heye?
Me jî guh li wan raportan bûye. Dabînkirina aramî û seqamgîriyê li Iraqê tenê erkê hêzên ewlehiyê yên Iraqê û wan hêzan e ku di jêr sîwana hikûmeta Iraqê de ne. Ez dizanim ku Serokwezîr Ebadî hêzeke navçeyê bo wan cihan şandiye, ji bo dîtin û nehîştina her cure grûpeke milîsî ku di bin serpireştî û çavdêrî û kontrola hikûmeta Iraqê de nînin. Herdem ew xwastek hebûye ji bo rêgirtina ji wê yekê ku renge DAIŞ evgere. Em jî alîkariya hikûmeta Iraqê dikim, ew jî bi rêya îstîxbaratê û zanyariyan, ji bo ku di operasyonan de em alîkariya wan bikin, bo dîtina wan gefan.
Em bêne ser behsa Sûriyê. Hikûmeta Sûriyê bi alîkariya Rûsya û Îranê karî Albo Kemalê ku navçeyeke stratejîk û giring e, kontrol bike. Vîdeoya Qasim Sulêymanî û hêzên îranî jî di nava Albo Kemalê de hat belavkirin. Pêştir Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku hevpeymanê Amerîkayê ye, dixwastin biçin wê navçeyê, ew yek ti nîgeraniyeke li cem Hevpeymanan çê nekiriye?
Nexêr, em bi wê yekê nîgeran nînin. Her ji destpêkê ve erk û armanca me têkşikandina DAIŞê bûye, ne kontrola xakê. Me piştgirî li Hêzên Sûriyeya Demokratîk li beşa rojhilatê Çemê Firatê kiriye. Hêj navçeyên berfireh hene ku divê werin paqijkirin û em jî alîkariya hevbeşên xwe yên li wê derê didin, lê belê DAIŞ ber bi têkçûnê ve ye. Çekdarên DAIŞê li navçeyên di bin desthilatdariya xwe de, di bin guvaşên mezin ên serbazî de ne, pêngava dahatî jî ew e ku rê bi wan neyê dan, ku bihêz biibn û em jî li gel hevbeşên xwe li Sûriyê vî karî dikin.
Bi alîkariya we, Hêzên Sûriyeya Demokratîk karîn Reqayê kontrol bikin, niha jî ji aliyekê artêşa Sûriyê û ji aliyekê din HSD operasyonan li Dêrezorê li dijî DAIŞê pêk tînin. Niha ew du hêz gelek nêzîkî hev bûne. We metirsiya wê yekê nîne ku ew yek bibe sedema çêbûna pevçûnan di navbera wan de?
Di rastiyê de ew yek di demên bihorî de çê bûye, lê belê bi cîbicîkirina rêkarên kontrolê û rêkarên taybet bi çênebûna aloziyê li gel rûsan, me kariye ku rêgir bin ji wan rûbirûbûnan di heyama du mehên bihorî de. Em rojane berdewam dibin li ser karkirin û axavtina li gel rûsan, ji bo rêgirtina ji her cure aloziyekê. Em li ser vî karî berdewam dibin, ji bo ku em piştrast bin ji wê yekê ku em dê li ser têkbirina DAIŞê berdewam bin. Hêzên ewlehiyê yên xwecihî û encumenên sivîl hatine damezrandin,weke li Reqa û Tebqe û cihên din jî, ji bo ku ewlehiyê bo navçeyên xwe dabîn bikin. Ew xelkê wan navçeyan in û asayişa navçeyên xwe dabîn dikin, ew jî karekî gelek giring e, em ber bi pêş ve diçin û em dest bi damezrandina desthilata xwecihî dikin.
Li Efrînê û navçeyên din ên bakurê Sûriyê, Tirkiye guvaşeke zêde dike ser YPGê û HSDê. Helwesta we derbarê vê pêngava Tirkiyê çî ye?
Em berdewam dibin li ser hîştina fokusa xwe li ser têkbirina DAIŞê. Têkildarî vê jî hêj gelek kar mane ku em encam bidin, her ji ber wê jî fokusa me li ser wê yekê dimîne. Pêngava paşê jî bi vê rêjeyê ji aliyê serbazî ve nabe, belku piraniya hewlên Hevpeymannan bo dabînkirina seqamgîriyê dibin û hewldan dibin ji bo damezrandina saziyên ewlehiyê li wan cihên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin. Ew yek pêngava dahatî dibe, ji bo dilniyabûn ji asayiş û seqamgîriya navçeyê.
Serfermandarê artêşa Rûsyayê ragihand, Rûsya hêzên xwe li Sûriyê kêm dike, hevdem Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova got, mana Amerîkayê li Sûriyê dagîrkerî ye. Niha ku nêzîk e DAIŞ li Sûriyê dawî pê bihê, armanca we ji Sûriyê piştî DAIŞê çi dibe?
Piştî têkbirina DAIŞê, weke ku niha li Sûriyê çê dibe, pêngava dahatî dilniyabûn ji wê yekê dibe ku cardin serî nerake. Ew jî heman tişt e ku em encam didin ji bo avakirina saziyên hêzên ewlehî yên xwecihî û tekezbûna ji wê ykeê ku DAIŞ venagere. Me gelek caran ew dîtiye, bi taybetî jî li navçeyên di bin kontrola rejîmê de, weke Palmîra û cihên din, ku ew navçe bi temamî nehatine parastin, DAIŞ vegeriyaye û ew der kontrol kirine, her ji ber wê jî gelek kar hene ku pêwîst e werin encamdan, daku ewlehiyeke berdewam hebe û têkşikandina DAIŞê bi yekcarî be û ew grûpên han nekarin vegerin.