Peyvdarê Hevpeymaniya Navdewletî Rayan Dîlon ji rojnameya “Şerq El-Ewset” çapa Londonê re derbarê daxuyaniyên serkirdatiya Tirkiyê yên li dijî Efrînê û destpêkirina operasyonekê li wî bajarî got, Ti hêzeke Hevpeymaniya Navdewletî li Efrîn bicih nekirine û hêzên wan li wê navçeyê nîn in, niha tenê ew giringyê didin şerê li dijî DAIŞ'ê.
Got jî, Tirkiyê endameke NATO û Hevpeymaniya Navdewletî ye û hevalbenda wan e û her tiştê wan ji şerê DAIŞê dûr bixe, nîgeraniyê li cem wan çê dike. Dilon diyar kir jî, ti karînên mezin yên DAIŞ'ê li Sûriye û Iraqê re nemane, lê hîn wek gef maye.
Di berdevamiya axaftinê de Peyvdarê Hevpeymaniya Navdewletî ragihand jî, hevpeymanî çavdêriya rewş û DAIŞ'ê dike, ta alîkariyên pêwîst li Sûriye û Iraqê pêşkêşî hevpeymanên xwe bike. Aşkere kir jî lêdanên wan ên li dijî DAIŞ'ê her diçin kêm bûne, ku di meha Îlonê de hezar û 500 lêdan bûn, lê di meha Cotmehê de daket 700 û Mijdarê tenê 200 lêdan bûn.
Di dirêjahiya axaftina xwe de Dîlon derbarê kêmkirina hêza Amerîkî li Sûriyê got, ewê di demên bê de hêzên xwe li wî welatî kêm bikin û niha dê 400 leşkerên wan ji wî welatî bêne vekişandin.
Herwiha Dîlon aşkere kir, hejmara çekdarên DAIŞ'ê yên ku li Sûriyê û Iraqê mane nêzîkî 3 hezar çekdar in.