Sabrina Singh: Emê li ser têkbirina DAIŞê berdewam bin

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê li ser egera operasyoneke Tirkiyeyê li Rojavayê Kurdistanê ragihand, ew ê ligel hevpeymanên xwe bo têkbirina DAIŞê berdewam bin.
29.05.2024, Çar - 10:18
Sabrina Singh: Emê li ser têkbirina DAIŞê berdewam bin
Nuçe Belav bike

Peyamnêrê K24ê li Washingtonê li ser egera operasyoneke Tirkiyeyê li Rojavayê Kurdistanê pirs ji Cîgira Berdevkê Pentagonê Sabrina Singh kir. Singh got: “Em ê bi hevalbendê xwe HSDê re ji bo têkbirina DAIŞê berdewam dibin.”

Ev yek piştî wê tê, Serokê Partiya Tevgera Netewperwer (MHP) Devlet Bahçelî îro di civîna koma partiya xwe ya Parlamentoyê de pêşniyar kiribû, Enqere û Şam operasyoneke hevbeş li Rojavayê Kurdistanê bikin.

Biryar e roja 11ê Hezîranê Rêveberiya Xweser hilbijartinên şaredariyan li Rojavayê Kurdistanê bike. Li ser vê yekê jî Bahçelî xwest ku Enqere û Şam li hev bikin û operasyonekê li dijî Rojavayê Kurdistanê pêk bînin.

Tevî şikandina DAIŞê li Iraqê di sala 2017an de û li Sûriyeyê di sala 2019an de, hîn jî şaneyên razayî yên DAIŞê metirsî ne û êrişên wan li dijî hêzên HSD û hikûmeta Sûriyê berdewam in.

HSDê zêdetirî 10 hezar çekdarên DAIŞê li 24 navendan girtine, di nav wan de zêdetirî 2 hezar çedaran biyanî ne ku welatên wan red dike ku wan vegerînin.

HSD dibêje çekdarên DAIŞê ji 60 neteweyên cuda derbasî Sûriyeyê bûne û di şer de dîl hatine girtin.

Berê jî berpirsên HSDê gotibûn ku ewê wan girtiyan dadgeh bikin, lê ne diyar e ka dê dadgeh çawa û kengî dest pê bike.

 

K24
Vî nûçeyê tevayî: 633 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:50:33