Senator McCain: Kurd hêjaye ku demên dijwar de Amerîka piştgiriya wan bike

John McCain di axaftina xwe de pesnê Barzanî da û got, Barzanî wek dewletmedarekî biryarek wêrek daye û pêgeha xwe ji bo xizmeta xelkê xwe bikar aniye.
31.10.2017, Sal - 09:34
Senator McCain: Kurd hêjaye ku demên dijwar de Amerîka piştgiriya wan bike
Nuçe Belav bike

Senatorê Amerîkî John McCain dibêje: "Barzanî wek zilamekî dewletê biryarek wêrek daye û pêgeha xwe ji bo xizmeta xelkê xwe bikar aniye."

Senatorê Amerîkî John McCain li ser biryara Serok Barzanî derheqê heyama serokatiya xwe de diyar kir, ku ew bi hêvî ye veguhastina desthelatê bibe sedema çareserkirina aloziyan û rê ji bo encamdana hilbijartinan li Herêma Kurdistanê û Iraqê xweş bike.

Di berdevamiya axaftina xwe de McCain her wiha got: "Emê berdewam bin li ser piştevanîkirina gotûbêjan di navbera Hewlêr û Bexdayê de, û emê berdewam bin li ser parastina Kurdistanê ji wan êrişên bi alîkariya welatên cîran hatine encamdan."

Di dawiya nêrînên xwe de wî senatorê Amerîkî anî ziman ku gelê Herêma Kurdistanê dostê rastî yê Amerîka ne û hêjayî wê ne ku di vê dema dijwar de Amerîka piştevaniya wan bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1490 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:45:41