Trump: Amerîka neba kurdan nedikarin Sûriyê jiyan bikin

Di konfiranseke rojnamevanî de li gel serok wezîrên Kanadayê, serokê Amerîkayê Donald Trump, red dike ku Amerîkayê Kurd li Sûriya tenê hiştibin.
04.12.2019, Çar - 08:03
Trump: Amerîka neba kurdan nedikarin Sûriyê jiyan bikin
Nuçe Belav bike

Li gor daxuyaniya Qesra Sipî ku derbarê wê civîna çapemeniyê de, Trump li ser hêlana Kurdan li Sûriyê û bandorên wê yekê gotîye: Nexêr, Me Kurd nehêlane û Em li gel Kurdan kar dikîn.

Trump ragehand: Me peywendîyeke gelek baş li gel Kurdan Heye û Me dest daniye ser dosyaya petrolê.

Serokê Amerîka aşkera jî kirîye, divîya li hinek cihên din ku em têde bûn, Me her ew kar derbarê petrolê bikirba, ez dikarim navên çar ji wan cihan bînim.

Amaje bi wê yekê jî daye, ku hêzên din dixwaztin petrolê ji Kurdan zeft bikin li Sûriyê, lê Amerîkayê rêgirî li wê yekê kirîye. Li gor axivtinên serokê Amerîkayê, heger artêşa Amerîkayê ev karê hanê li Sûriyê nekiriba, Kurdan nedikarî bijîn û bijêwa jîyana xwe peyda bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1164 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:51:13