Trump biryar da: Çekên giran bo YPGê di rê de ne

Berpirsekî Amerîkayê aşkere kir, ku Rêveberiya Trump proje biryara dayîna çekên giran bi YPGê pesend kiriye.
10.05.2017, Çar - 06:14
Trump biryar da: Çekên giran bo YPGê di rê de ne
Nuçe Belav bike

Ajansa Asociated Press (AP) di nûçeyeke bilez de aşkere kir, ku berpirsekî pilebilind ê Amerîkayê ragihandiye, Rêveberiya Trump proje yasaya ji bo şandina çekên giran ji bo Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pejirandiye.

Di nûçeyê de hatiye gotin, “pesendkirina vê biryarê ji aliyê rêveberiya Trump ve zêdebarî nerazîbûnên tund ên Tirkiyê ye.”

Li gorî zanyariyan pesendkirina biryara şandina çekên giran ji bo YPGê, weke amadekariyekê bo destpêkirina operasyona rizgarkirina navenda bajarê Reqayê ji destê DAIŞê ve ye.

Belavbûna nûçeya pesendkirina çekdarkirina YPGê bi çekên giran ji aliyê Amerîkayê ve, di demekê de ye, ku tenê çend roj ji bo serdana Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bo Amerîkayê maye.

Erdogan biryar e di roja 16ê Gulanê de serdana Amerîkayê bike û dê li Koşka Spî bi serokê wî welatî Donald Trump re hevdîtinê pêk bîne.

Ji aliyekê din ve Wezîrê Berevaniya Amerîkayê James Mattis îro sêşembiyê di pêwendiyeke telefonî de bi Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Fikri Işik re gotûbêj kir.

Li gorî medyaya Tirkiyê, Mattis di vê pêwendiya telefonî de ji hevtayê xwe yê tirk re ragihandiye, ku armanca wan ew e ku Tirkiyê weke hevpeymanê Amerîkayê di operasyona kontrolkirina Reqayê de beşdar bibe û destnîşan kiriye, ku ew hewl didin çawaniya beşdarbûna Tirkiyê çareser bikin

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1446 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:50:51