Serokê Amerîkayê Donald Trump di civîneke çapemeniyê de li Koşka Spî axivî û li ser pirsa gelo ew dê dîsa êrişî Îranê bikin eger birêvebiriya Tehranê kapasîteya xwe ya nukleerî dewlemendtir bike bersiv da û got, “Teqez.”
Donald Trump diyar kir ku ew piştgiriyê didin ku Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) an saziyeke din a bi prestîj çavdêriyê li Îranê bike û diyar kir ew “bawer nake” ku Tehran vegere ser xebateke nû ya nukleerî.
Serokê Amerîkayê Donald Trump destnîşan kir ku Amerîka xwedî alavên herî bipêşketî yên cîhanê ye anî ziman:
“Wan trilyon dolar ji bo bernameya nukleerî xerc kir, hemû çû.”
Donald Trump êrişên mûşekî yên Îranê yên li Baregeha Asmanî ya El-Udeydê ya Amerîkayê ya li Qeterê û Îsraîlê bi bîr xist û da zanîn:
“Eger te derbek xwaribe, divê tu rastiyê bibêjî. Îsraîlê jî derb xwar.
Her du jî ji van êrişan rizgar bûn û ew demeke baş bû ji bo kontrolkirina rewşê.”
Trump diyar kir ku Îran “di rewşeke perîşan de ye” û got:
“Min bi Îsraîlê re dan û standin kirin. Her duyan jî xwest ku ev pirsgirêk were çareserkirin û me karekî gelekî baş kir.”
Trump da zanîn ku Îran niha li ser mijara nukleerî nasekine û got:
“Tiştê dawî ku ew niha li ser difikirin nukleer e. Ew li ser sibehê difikirin, ew hewl didin ku bijîn.”
Xeze û agirbest
Donald Trump di civîneke xwe ya din a bi Rwanda û Komara Demokratîk a Kongoyê de qala Xezeyê û agirbesteke nû kir.
Trump hêviya xwe ya ji bo gihîştina agirbestê li Xezeyê nîşan da û pesnê rêkeftineke aştiyê ya “dîrokî” kir ku di navbera Rwanda û Komara Demokratîk a Kongoyê de hat îmzekirin.
Trump behsa şerê di navbera Îran û Îsraîlê û çend mijarên din ên cîhanî û navxwe jî kir.
Trump li ser Xezeyê geşbîniya xwe diyar kir û got:
“Em wisa difikirin ku rêkeftinek ji bo agirbestê nêzîk e û dibe ku hefteya bê em bigihîjinê.
Xelk li Xezeyê dimire û kes alîkariya şêniyên wê nake ku em dikin.”
Trump rêkeftina aştiyê ya di navbera Rwanda û Komara Demokratîk a Kongoyê de wekî “dîrokî” bi nav kir û ragihand:
“Ev destpêkeke nû ya hêvî û xweşguzeraniyê ye ji bo tevahiya herêmê.
Em zexteke zêde li her du welatan ji bo bicihanîna rêkeftinê dikin û heger were binpêkirin dê cezayên hebin.”
Trump di beşeke din a axaftinên xwe de amaje bi wê yekê da ku ew li ser pirsgirêka di navbera Hindistan û Pakistanê de dixebitin û daxwaza xwe ya ji bo “çareserkirina hemû qeyranên cîhanê” nîşan da.