Trump: Min negotiye hema bilez ji Sûriyê vekişin

Serokê Amerîkayê, Donald Trump di derbarê mijara vekişandina hêzên welatê xwe ji Sûriyê de daxuyaniyek nû da.
07.01.2019, Pts - 06:01
Trump: Min negotiye hema bilez ji Sûriyê vekişin
Nuçe Belav bike

Donald Trump ragihand, wî negotiye ku demildest hêzên Amerîkayê ji Sûriyê vekişin.

Trump di daxuyaniyeke rojnamevanî de li Koşka Spî diyar kir, wî gotiye ku leşkerên Amerîkayê ji Sûriyê bêne vekişandin, lê belê wî negotiye ku vekişandina wan hêzan ji Sûriyê bi awayekê bilez be.

Şêwirmendê Asayişa Niştimaniya Amerîkayê, John Bolton jî îro ragihandiye, ku “heta derbarê parastina Kurdan de rêkevtinek neyê îmzekirin leşkerên wan ji Sûriyê venakişin.”

Bolton got: “Heta Tirkiye ligel me ne di nav koodinasyoneke tam de be em naxwazin operasyoneke leşkerî li Sûriyê pêk bîne.”

John Bolton di serdana xwe ya Îsraîlê de axivî û got: “Pozîsyona Trump, ew e ku Tirkiye Kurdan nekuje û Amerîka heta rêkeftineke ku wan biparêze neyê kirin venakişe.”

Tê çaverêkirin ku sibe roja Duşemê John Bolton ligel Serokerkanê Amerîkayê Joseph Dunford û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê û Nûnerê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de James Jeffrey serdana Tirkiyê bikin û ligel rayedarên wî welatî bicivin.

Roja 19ê Kanûna 2018ê Trump biryara vekişandina hêzên Amerîka ji Sûriyê eşkere kiribû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1307 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:05:22