Trump: ‘Piştî êrişa Îdlîbê helwesta min li hemberî Esad guherî'

Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump derbarê êrişa kimyewî ya li Îdlîbê ku di encamê de 80 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, tevî daxuyaniyên Şamê dîsa Sûriyeyê sûcdar dike de axivî û eşkere kir ku helwesta wî ya li hemberî Esad guheriye.
07.04.2017, Cum - 18:40
Trump: ‘Piştî êrişa Îdlîbê helwesta min li hemberî Esad guherî'
Nuçe Belav bike

Trump ragihand ku êrişê gelek bandor lê kiriye û wiha pê de çû: "Helwesta min li hemberî Esad gelek guheriye. Eger hûn bi xaza kimyewî pitikên bêguneh, zarokên bêguneh bikujin, rêzikan derbas dikin, dûrê xeta sor, xetan derbas dikin."

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi rêya telefonê bi Serokwezîrê Îsraîlê re axivî û eşkere kir ku heta lêpirsînên derbarê êrişa çekên kimyewî ya li bajarê Îdlîbê ya Sûriyeyê temam nebin, sûcdar kirinên bêbinî nayên qebûlkirin.

Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov diyar kir ku bikaranîna çekên kimyewî ya li Sûriyeyê tenê bi kêrê terorîst û kesên rewabûna serokatiya Sûriyeyê naxwazin tê.

sputnık
Vî nûçeyê tevayî: 1504 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:52:14