Washington dixwaze Kurd beşdarî gotûbêjên Sûriyeyê bibe

Malpera Eşerq El Ewsetê ya ku navneda wê li Londonê ye ragihand ku Washingtonê xwestiye kurd tev li gotûbêjan bibe
30.10.2017, Pts - 13:08
Washington dixwaze Kurd beşdarî gotûbêjên Sûriyeyê bibe
Nuçe Belav bike

Washingtonê roja şemiyê Nûnerê Taybet ê NYyê li Sûriyeyê Staffan de Mistura agahdar kir ku pêwîst e, kurd tev li gotûbêjên siyasî yên Sûriyeyê bin.

Li gorî Nûçeya ku Spûtnîk Kurdistanê de cih digire û vî nûçeyê dispêre ragihandina malpera Şerq El Ewsetê ya ku navneda wê li Londonê ye tê gotin ku Washingtonê xwestiye Kurd tev li gotûbêjan bibe û wiha ragihand: "Washingtonê roja şemiyê ji Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyeyê Staffan de Misturayî gotiye ku pêwîst e, kurd jî tev li gotûbêjên polîtîk bibin ku ev daxwaz dê Enqereyê hêrs bike li gel ku wezareta derve ya Tirkiyeyê şîret li dijberiya Hevpeymana Neteweyî ya Sûriyeyê kiribû ku bi erênî tev li civîna Himeymimê ya Rûsyayê bibin lê bi şertê ku Partiya Yekîtiya Demokratîk a kurdî ne tê de be."

Ji aliyê din ve, Nûnerê Serokatiya Rûsyayê li Sûriyeyê Alkesendar Lavrentiyevî îro di civîneke çapemeniyê de gotibû meseleya beşdarbûna kurdan di çareseriya Sûriyeyê de dê di rojên pêş de zelal bibe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1243 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:43:26