Azerbeycanê li herêma Qerebaxê dest bi ‘operasyonê’ kir
Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê ragihand ku wan li herêma Qerebaxê dest bi “operasyonê” kiriye.
19.09.2023, Sal - 09:28
Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê ragihand ku wan li herêma Qerebaxê dest bi “operasyonê” kiriye.
Li gorî Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê, sedema operasyonê ew e ku “Li Qerebaxê ji nû ve sîstema destûrî ava bikin û bi terorê re têbikoşin.”
Di daxuyaniya Wezaretê de hat diyarkirin ku sedema operasyonê bêçekkirina hêzên Ermenistanê û dûrxistina wan e.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 905 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:58:23