'Em piştgiriyê didin diyaloga Kurdan û Hikûmeta Sûriyeyê'

Astanaya paytexta Kazaxistanê careke din mazûvaniya gotûbêjên li ser çareseriya Sûriyeyê kir.
26.01.2024, Cum - 11:34
'Em piştgiriyê didin diyaloga Kurdan û Hikûmeta Sûriyeyê'
Nuçe Belav bike

Gera 21ê ya Astanayê ya li ser dosyaya Sûriyeyê li Kazaxistanê bi serpereştiya welatên garantor (Rûsya, Tirkiye, Îran) û amadebûna şandeyên hikûmet û mixalefeta Sûriyeyê, Neteweyên Yekbûyî û welatên cîranên Sûriyeyê bi dawî bû.

Formata Astanayê careke din hat vejandin.

Danûstandinên şandeyên dewletên garantor ên Rûsya, Tirkiye û Îranê, herwiha hikûmet û mixalefeta Sûriyeyê, di roja duyemîn de jî bi hevdîtinên dualî berdewam kirin.

Encamnameya 21emîn xula gotûbêjên Astanayê di rûniştina giştî de, bi amadebûna hemû şandeyan, ji aliyê Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Kazakistanê ve hat xwendin.

Li ser pirsa Rûdawê ya derbarê sedemên ku di encamnameyê de herî zêde mijarên girêdayî bi Rojavayê Kurdistanê cih girtiye, Serokê Şandeya Rûsyayê tekez kir ku Amerîka hewl dide bi destê Kurdan Sûriyeyê dabeş bike û pêwîstiya vê yekê bi helwêsteke hevpar heye.

“Em piştgiriyê didin diyaloya Kudan û Şamê”

Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê yê Sûriyeyê Aleksandr Lavrentyev wiha anî ziman:

"Min pirsa we fêm kir, pirseke pir rast e. Dixwazim bi vê pirsê ve girêdayî balê bikşînim ser wê yekê ku min di axaftina xwe de êdî amaje pê kir ku sedema sereke ya aloziya heyî ya li Sûriyeyê, hebûna leşkerî ya neqanûnî ya Amerîkayê ye li Sûriyeyê.

Rewşa li rojhilatê Feratê jî pê ve girêdayî ye.

Eger tê bîra we, beriya çend salan, di serdema serokatiya Donald Trump de, Amerîkayê bîryar girt ku hêzên xwe yên serbzî ji Sûriyeyê vekişîne.

Hema yekser roja dîtir, nûnerên Kurdan li Şamê amade bûn û wan bi awayekî çalak bi Şamê re dest bi diyalogê kir û ne tenê pê re, bi me re û bi navbeynkariya me jî kirin.

Ew amade bûn ku hemû rêkeftinên mîna, "bicihkirina hêzên artêşa Sûriyeyê li rojhilatê Fieatê, tevlêbûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk ya artêşa Sûriyeyê" û gelek sozên din pêk bînin.

Wan amadebûna xwe di pêkanîna van mijaran de nîşan da. Piştî ku Donald Trump di bin guvaşa der dora xwe û îdareya xwe de bîryar da ku hêzên Amerîkî li Sûriyeyê dimînin, pêgeha Kurdan yekser guherî û wan dev ji hemû binbariyan ku girtibûn ser xwe, berda.

Mixabin, ew îtaeta mezin a Rêveberiya, qaşo, Xweseriya Kurdî ye ku niha xwe li gorî qaşo Destûra xwe ya nû wekî Xweseriya Demokratîk a li Bakûr û Rojhilata Sûriyeyê bi nav dikin.

Mixabin, wekî em dibînin, Amerîka bi awayekî rêk û pêk, heta ku li Sûriyeyê dimîne, bi awayakî çalak xeta xwe ya sepandina sazûmaneke federalî li ser Komara Erebî ya Sûriyeyê dimeşîne ku wekî prensîp, di van realîteyên siyasî yên heyî de nayê qebûlkirin.

Loma jî bê guman, em piştgiriya diyalogê dikin. Diyaloga navbeyna Kurdan û Şamê lê mixabin, ew diyalog baş nameşe û ne ji ber sûcê Hikumeta Sûriyeyê ku jê re amade ye.

Belkî, heta ne ji ber sûcê Kurdan ku ew jî amade ne piştgirî bidin diyalogê lê ji ber sûcê Amerîkiyan e. Ewên ku destûrê nadin danûstanên kûr bê kirin û nehêlin ku rêveberiya Sûriyeyê jî vê pirsê li gor xwe çareser bike.

Lê em dê hewildanên xwe di vê hêlê de bidomînin lê dîsa jî divê serokatiya Rêveberiya Xweseriya Kurdan bên ser wê têgihiştinê ku zû yan jî dereng leşkerên Amerîkî ji Sûriyeyê biçin û ew dê neçar bin ku arişeyên xwe bi desthilata navendî re çareser bikin, neçar bin bi Şamê re çareser bikin lê êdî bi tenê û bi serê xwe.

Loma jî divê ew, êdî ji niha ve encamên pêwîst derxin. Wekî hûn dizanin, hema heftryek berê, Serokwezîrê Îraqê Sûdanî careke din daxwaza derketina hêzên Amerîkî ji Îraqê kir.

Dema ku hêzên Amerîkî li Îraqê nemînin, wekî hûn jî têdigihêjin, em êdî nikarin behsa mayîna hêzên Amerîkî li rojhilata Featê bikin.

Wekî ku em dizanin, aliyên Amerîkî êdî ragihandine ku amade ne pêşwaziya daxwaza Bexdayê bike û dest bi derxistina hêzên xwe yên serbazî ji erdê Îraqê bike.

Ev yek çend real e, em vê gavê nikarin misoger bin. Ev pêvako dikare demeke dirêj bikşîne, dibe ku çend salan jî bikşîne.

Wekî em dibînin, di wan demên dawî de Amerîka di bin hinceta rûbirûbûna terorîzmê de ku niha bûye moda. Pir bi asanî têdikeve erdê hin welatan bêyî rizamendiya rêveberiya wan û pir bi zehmetî jê derdikeve.

Tekane welatê ku ew zû jê derketin, Efxanistan bû. Ev yek pir baş tê bîra me hemûyan.

Lê li wir metirsiyeke rasteqîn a li ser jiyana leşkerên Amerîkî hebû, loma jî ew neçar man ku pir bi lezgînî bi rêkeftineke li gel Talîbanê, ji wir bicehimin herin.

Niha qet pir dûr nîne ku heman rewş li erdê Îraqê û li erdê Sûriyeyê jî rû bide.

Loma jî em di temasên xwe de li gel hevkarên xwe yên Kurd, her tim ji wan re dibêjin, 'Hevalno, divê temasên we bi hikumeta navendî re hebin û divê hûn li hev bikin. Ji ber ku hûn neçar in di nava dewleteke yekgirtî de bi hev re bijîn.' Spas."

Her li ser pirsa Rûdawê, şanderê Hikûmeta Sûriyeyê hebûna damezirîneyeke Xweserî û Rojavayê Kurdistanê red kir lê da zanîn ku Şam, Kurd jî tê de, li gel hemû aliyan ji bo diyalogê amade ye.

“Divê tenê rê bi Sûriyeyiyan bê dayîn ku bixwe biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin”

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Besam Sebax wiha pê de çû:

“Dixwazim du mijaran zelal bikim. Ya yekem ti tiştek bi van navan di nav axa komara Erebî ya Sûriyeyê de nîne.

Ev cor nav û têgeh hatine çêkirin û rewatiya wan nîne û bi ti awayî bingeheke wan a yasayî nîne.

Derbarê pêwendiyan û diyaloga Sûriyeyiyan, Hikûmeta Sûriyeyê ji bo van diyalogan vekiriye.

Me di çarçoveya lîjneya gotûbêjkirina Destûrê de li Cinevê diyaloga Sûrî-Sûrî bi milkdariya Sûriyeyê heye û Neteweyên Yekbûyî bi rê ve dibe.

Em li Dîmeşqê ji bo encamdana van diyalogan li gel Sûriyeyiyan amade ne.

Derbarê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi taybetî Bakurê Rojhilatê Feratê, bi nêrîna me astengiya herî sereke hebûna neyasayî û nerewa ya hêzên Amerîkayê ye li ser axa Sûriyeyê ku serweriya Sûriyeyê bin pê dike.

Herwiha Sûriyeyiyan bi rêya dizîna petrolê û genim ji samanên xwezayî bê beş dike.

Bi nêrîna me hebûna hêzên Amerîkayê li axa Sûriyeyê berbesteke din e li ber nehiştina rêxistinên terorî yên li vê herêmê. Bi taybetî jî rêxistina DAIŞê.

Ji ber wê eger em bixwazin kilîla destpêkê ya gotûbêj û diyalogê bibînin nabe destwerdana biyanî û derve di vê diyalogê de hebe.

Divê tenê rê bi Sûriyeyiyan bê dayîn ku bixwe biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin.”

Serokê şandeya Îranê û mixalefeta Çekdar a Sûriyeyê jî hebûna Rêveberiya Xweser a bi piştevaniya Amerîkayê, ji bo Sûriyeyê wekî pirsgirêka sereke destnîşan kir û diyar kir ku çareseriya krîza Sûriyeyê, hem bi têkoşîna li dijî terorê, hem jî bi helwesteke hevpar a li dijî cudaxazîyê pêkan e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 665 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:56:25