4 dewlet li Derya Spî dest bi manoreke serbazî dikin

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin manora serbazî ya her 4 welatan dê li başûrê Gîrîtê birêve biçe û dêbo heyama 3 roja berdewam bike.
26.08.2020, Çar - 20:16
4 dewlet li Derya Spî dest bi manoreke serbazî dikin
Nuçe Belav bike

Yunan, Qibris, Îtalya û Fransa dê li rojhilatlê Derya Spî manoreke serbazî encam bidin.

Wezareta Berevaniyê ya Yunanê daxuyaniyek belav kir û ragihand we dê li gel Qibris, îtalya û Fransayê manoreke serbazî ya hevbeş encam bidin.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin manora serbazî ya her 4 welatan dê li başûrê Gîrîtê birêve biçe û dêbo heyama 3 roja berdewam bike.

Hêzên Çekdar ên Fransayê jî derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û aşkere kir ku ew dê bi 3 firokeyên şer û keştiyên helîkopter lê bar kirine, beşdarî wê manorê bibin.

Li gor zanyariyên Fileleftheros, firokeyên F-16 yên Yunanê û firokeyên Fransayê ku dê beşdarî wê manora serbazî ya hevbeş bibin, ji duh ve li Qibrisê bicih bûne.

Ev manora serbazî ya hevbeş di demekê de ye ku ev heyameke ji ber xebatên lêgerîna gaza sirûştî li herêma rojhilatê Derya Spî milmilane û aloziya di navbera Tirkiye, Yunan û welatên din ên navçeyê de zêde bûye.


Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 889 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:50:57