4 efserên Herêma Kurdistanê li Hollandayê beşdarî konferanseke taybet bi çekên kîmyayî bûn

Wezareta Pêşmerge ragihand, 4 efserên Herêma Kurdistanê beşdarî konferansa “Rêgirtina Êrîşên Çekên Kîmyayî yên Seretayî li Rojhilata Navîn” bûn ku li bajarê Lahey yê Holanda hat lidarxistin.
01.06.2023, Per - 13:40
4 efserên Herêma Kurdistanê li Hollandayê beşdarî konferanseke taybet bi çekên kîmyayî bûn
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, Konferansa Laheyê ya bi navê “Rêgirtina Êrîşên Çekên Kîmyayî yên Seretayî li Rojhilata Navîn” roja 28ê Gulana 2023an de dest pê kir û 4 rojan berdewam kir.

Rêxistina CRDF - Global a girêdayî Wezareta Derve ya Amerîka bi erkê organîzekirin û rêvebirina konferansê rabû.

Di konferansê de, pisporên kîmyewî yên FBI, Înterpol û Wezareta Derve ya Amerîkayê beşdarî konferansê bûn.

Hejmareke berçav ji berpirs û pisporên warê kîmyabaranê yên ji Urdinê di wê konferansê de amade bûn û hejmarek ji efserên pilebilind ên artêşa Iraqê jî ji bo konferansa li Iraqê hatibûn vexwendin.

Li gorî daxuyaniyê, 4 efserên Herêma Kurdistanê beşdarî vê konferansa girîng bûne, 2 efserên Wezareta Pêşmerge û 2 efserên din ên Wezareta Navxwe bûn.

Wezareta Pêşmerge ragihand, beşdaran tekezî li ser pêşxistina hewlên hevbeş kirin, ji bo madeyên ku dibin sedema berhemanîna çekên kîmyayî nevin destê teroristan. Her wiha li ser pirsa çavdêriya madeyên kîmyayî yên ku terorîst ji bo çêkirina bombeyên kîmawî bikar tînin, gotûbêj kirin.

Di beşeke din a vê konferansê de, hejmarek ji pisporên warê çekên kîmyayî, mijara metirsiya ketina madeyên jehrîn di destê teroristan û bikaranîna wan li dijî sivîlan jî, hate gotûbêjkirin.

Îro di roja dawî ya konferansê de, bi amadebûna Konsulê Amerîka li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW) û berpirsên konsulxaneyên Iraq û Urdinê li Hollandayê, bawername li ser beşdaran hatin belavkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 458 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:13:07