Li Swêdê duhî 11ê Îlona 2022an, proseya dengdanê ji bo hilbijartinên Parlamento, Encûmena Şaredariyan û Hêrêman birêve çû û 15 Kurdan xwe ji bo hilbijartinên Parlamentoya wî welatî namzed kiribûn, her wiha hejmareke din jî ji bo Encûmana Şaredariyan û Herêman.
Peyamnêra K24ê li Stockholmê Aware Hewramî da zanîn, li gorî encamên destpêkê yên nefermî, heta niha 5 namzedên Kurd di hilbijartinên Parlamentoya Swêdê de bi ser ketine.
Kurdên di hilbijartinên Parlamentoya Swêdê de bi ser ketine:
- Sara Sêpele ji Partiya Demokrat
- Kadir Kasirga ji Partiya Sosyal Demokrat
- Lawên Rêdar ji Partiya Sosyal Demokrat
- Serkan Kose ji Partiya Sosyal Demorkat
- Gulan Avci ji Partiya Liberal
Proseya hejmartina dengdan hîn berdewam e û li gorî encamên herî dawî yên ji aliyê medyaya fermî ya Swêdê ve hatine aşkerekirin, partiyên rastgir bi 3 kursiyan li pêşiya partiyên çep in û ji 349 kursiyên parlamentoyê 176 kursî bi dest xistine.
Tê çaverêkirin, encamên dawiyê yên hilbijartinan, roja Çarşemê werin aşkerekirin.