Almanya: Êdî em çekan nafiroşin Tirkiyê

Maas da zanîn ku Tirkiye êdî nikare çekan ji Almanyayê bidest bixe û got: “Me bi awayekî nerênî bersiva çendîn daxwazên Enqerê bo hawirdekirina çekan daye. Lê tenê em berhemên ku hêzên deryayî bikar tînin didin.”
28.07.2020, Sal - 09:41
Almanya: Êdî em çekan nafiroşin Tirkiyê
Nuçe Belav bike

Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas, ragihand ku ji xeynî amûr û wan kel û pelên hêzên deryayî bikartînin, ti çekên din nafroşin Tirkiyê.

Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas ji rojnameya General Anzeigerê re mijarên di rojevê de nirxandin û li ser pirsa, “Hikûmeta Almanyayê çima bi tevahî firotina çekan bo Tirkiyê ranawestîne ku destê xwe xistiye nav karûbarê Sûriye û Lîbyayê?”, got: “Tiştekî wiha nîne.”

Maas da zanîn ku Tirkiye êdî nikare çekan ji Almanyayê bidest bixe û got: “Me bi awayekî nerênî bersiva çendîn daxwazên Enqerê bo hawirdekirina çekan daye. Lê tenê em berhemên ku hêzên deryayî bikar tînin didin.”

Wezîrê Derve yê Almanyayê diyar kir ku herçiqas Tirkiye hevpeymanê NATO ye û Enqere erkên hevpeymaniyê diparêzin digre stoyê xwe lê, “Tişta Tirkiye di şerê Sûriyê de dike bo wan nayê qebûlkirin.” Maas derbarê Lîbyayê de jî rexne li Tirkiyê girtin û bal kişand ser binpêkirina ambargoya çekan a Yekîtiya Ewropayê ji aliyê Tirkiyê ve.

Maas tekez kir ku çavên xwe ji şandina çekan bo Lîbyayê ji aliyê hêzên biyanî ve nagrin û got: “Me wek Almanya, Fransa û Îtalyayê di qonaxa yekem de lihev kiriye dorpêçên Yekîtiya Ewropayê bixin ser wan kompanyayan ku bi fermana dewletên sêyem çekan dişînin Lîbyayê. Eger ti encamek ji vê dernekeve, divê em amade bin dorpêçê bixin ser wan dewletan jî ku ambargoya çekan binpê dikin.”

Ji sala 2016ê ve Almanya hawirdekirina çekan bo Tirkiyê sînordar dike û ev yek jî bûye sedema aloziyê di navbera herdu aliyan de. Piştî operasyonên leşkerî yên Enqerê bo ser bajarên Kurdan di sala 2015ê de û hewldana darbeya 15ê Tîrmeha (Temûz) 2016ê, Almanyayê ragihand ku siyaseta xwe ya firotina çekan bo Tirkiyê di ber çavan re derbas dike.

Piştî operasyona leşkerî ya Tirkiyê li bakurê Sûriyê di 2019ê de, Almanyayê êdî hawirdekirina berhemên pîşesaziya berevaniyê ku li Sûriyê bên bikaranîn rawestand.

Hikûmeta Angela Merkel di jêr guşara partiyên opozisyonê de ye. Partiyên opozisyonê, daxwazê ji hikûmeta Almanyayê dikin ku ambargoyeke giştî ya çekan deyne ser Tirkiyê. Enqere jî îdîa dike ku di aramiya herêmê û şerê dijî terorê de erkên girîng li stoyê xwe digre û ev helwêsta Berlînê ligel hevpeymanetiya NATOyê hev nagire.

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 843 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:34:34