Li bajarê Bremenê yê Almanyayê 2yemîn Konferansa Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî bi rê ve çû.
Endamên wê saziyê yên ji çend welatên Ewropayê beşdarî konferansê bûn.
Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî sala 2006an li Rojavayê Kurdistanê hatiye damezirandin.
Ew sazî bi şêweyekî xwebexşane karê fêrkirina Kurdî dike.
"Me sala 2012an şaxa saziyê li Almanyayê vekir"
Endama Komîteya Rêveber a Saziya Ziman Gulîstan Awazê got, “Me sala 2012an şaxa saziyê li Almanyayê vekir. Îro me konferanseke serkeftî pêk anî û ji Almanya û derveyî Almanyayê gelek kesayet beşdar bûn.”
"Me 27 hezar keç û xort fêrî Kurdî kirin"
Endamê Komîteya Rêveber a Saziya Ziman Baranê Cûmê jî got:
“Me weke Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî ji sala 2006an heta 2007an li Rojavayê Kurdistanê 27 hezar keç û xort fêrî Kurdî kirin û wan bawername wergirt.”