Almanya li ser Sûriyê hişyarî da Tirkiyê

Almanya daxwaz ji Tirkiyê kir ti operasyoneke serbazî li dijî Sûriyê pêk nehîne, ji ber ku rewşa Sûriyê bi rêbazên serbazî nayê çareserkirin û dê rewş xirabtir bibe.
10.01.2019, Per - 07:45
Almanya li ser Sûriyê hişyarî da Tirkiyê
Nuçe Belav bike

Berdevkê Hikûmeta Almanyayê Steffen Seibert, bang li Tirkiyê kir ku xwe ji operasyona serbazî ya li dijî Sûriyê dûr bigre.

Steffen Seibert tekez kir ku li Sûriyê "çareseriya leşkerî" ji bo Sûriyê ne mimkun e û ev yek şimûlî tevahiya xaka Sûriyê dibe.

Derbarê mijarê de Wezareta Derve ya Almanyayê jî daxuyaniyek da. Berdevkê Wezaretê, ragihand ku destêwerdaneke leşkerî dê rewşa mirovî li wî welatî zehmettir bike û divê Tirkiye gelekî bi berpirsyarî tevbigere.

Ev demek e serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gefa wê yekê dixwe ku dê li dijî hêzên kurdî yên li bakûrê Sûriyê û rojhilatê Firatê operasyona serbazî bikin. Amerîka li dijî vê yekê ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1251 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:51:22