Almanyayê ji Rûsyayê xwest ku 4 konsulxaneyên xwe yên li wî welatî bigire

Li gorî Berdevkê Wezareta Derve ya Almanya Christopher Burger, Almanya biryar da ku çar ji pênc konsulxaneyên Rûsyayê li welatê xwe bigire.
01.06.2023, Per - 06:31
Almanyayê ji Rûsyayê xwest ku 4 konsulxaneyên xwe yên li wî welatî bigire
Nuçe Belav bike

Burger aşkere kir, welatê wî dê rê bide tenê yek ji pênc konsulxaneyên giştî yên Rûsyayê kar bike û Balyozxaneya Rûsyayê li Berlînê jî dê li ser çalakiyên xwe berdewam be.

Burger got: "“Dê ji karmendan re heta berî dawiya salê dem were dayîn ku çalakiyên li konsulxaneyên binavkirî kêm bikin.”

Her wiha tekez kir, Mosko hejmara karmendên xwe dîplomatîk ên li Almanyayê daxistiye 350 kesan.

Borger got jî: “Di çarçoveya kêmkirina hebûna karmendên dîplomatîk ên Almanî li Rûsyayê de, dê destûrên kar ên konsulxaneyên Almanî li Kaliningrad, Novosibirsk û Yekaterinburg werin girtin û tenê du nûnertiyên dîplomatîk dê li Rûsyayê berdewam bin.”

Ev yek piştî wê tê, Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova duhî ragihandibû, Rûsya sînor hejmara nûneratiyên dîplomatîk ên Almanyayê sînordar kiriye, Berlînê jî dikare biryarê bide ka dê çi kêm bike.

Zaxarova her wiha got: “Di destpêkê de aliyê Almanî di sala 2022an de, bêyî ti hincetekê fermana derketina 40 karmendên dîplomatîk, îdarî û teknîkî yên ji nûnertiyên Rûsyayê ji xaka xwe dabû.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 637 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:36:15