Aloziyên li Deryaya Spî dîsa geş bûn

Serokomarê Tirkiyê jî piştî civîna ligel kabîneya hikûmetê xwe ragihand ku welatî wî amade ye pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bikin û got, heta helwêsteke erênî peyda dibe em dê li ser cîbicîhkirina planên xwe berdewam bin.
11.08.2020, Sal - 19:45
Aloziyên li Deryaya Spî dîsa geş bûn
Nuçe Belav bike

Milmilane û nakokiyên navbera Yunan û Tirkiyê li Deryaya Spî zêde dibin, ev jî piştî ku Tirkiyê roja Duşemê 10ê Tebaxa 2020ê ragihand ku di çarçoveya hewldanên derxistina petrol û gaza xwezayî d eli Deryaya Spî keştiya Oruç Reîs û du keştiyên din ên hevkar şandine bakurê Deryaya Spî û heta 23ê Tebaxê li ser karê xwe berdewam dibin.

Piştî Tirkiyê ragihand ku ew keştî şandine sînorî avî yê navbera Yunan û Qubrisê û gehiştine cihê mebest, heman rojê Encûmena Asayîşa Neteweyî ya Yunanê bi beşdarbûna wezîrên berevanî û derve civiya û Wezareta Derve ya Yunanê hişyarî da Tirkiyê daxwaz kir, yekser dest ji wan karên xwe yên neyasayî li wî sînorê avî bîne.

Li beramber Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê Hamî Aksoy di daxuyaniyekê de got: “Ti bingeheke yasayî ya nerazîbûna Yunanê ji karên me yên li wê navçeyê nîne. Em nahêlin di warê serbazî de rêgirî li keştiyeke sivîl bê kirin. Ti bingeheke yasayî ya nerazîbûna Yunanê ji karên me yên li wê navçeyê nîne. Em nahêlin di warê serbazî de rêgirî li keştiyeke sivîl bê kirin. Rêkeftina Yunan û Misrê derbarê diyarkirina sînorên avî de neyasayî ye. Yunan ne ligel çareserkirina pirsgirêkan e bi rêya diyalogê.”

Serokomarê Tirkiyê jî piştî civîna ligel kabîneya hikûmetê xwe ragihand ku welatî wî amade ye pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bikin û got, heta helwêsteke erênî peyda dibe em dê li ser cîbicîhkirina planên xwe berdewam bin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî got: ““Em dibêjin werin wek hemû welatên Deryaya Spî bicivin. Çareseriyekê bibînin ku mafê hemû kesekî biparêze û hemû alî pê razî bin. Em bo çareserkirina jihevfamnekirinan bi rêya diyalogê û li ser bingehê dadmendî herdem hene û amade ne. Di vê mijarê de heta helwêsteke erênî peyda dibe em wek Tirkiyê li meydan û dîplomasiyê berdewam dibin li ser cîbicîhkirina planên xwe.”

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg roja Duşemê li ser hesabê xwe yê Twitterê gotibû: “Îro ez û Serokwezîrê Yunanê li ser rewşa rojhilatê Deryaya Spî axifîn. Divê rewş bi rihê hevkariya hevpeymanî û piştgirêdan bi yasayên navdewletî were çareserkirin.”

Aloziyên navbera Tirkiyê ligel Yunan û Qubrisê ji ber çalakiyên Enqerê bo dîtina petrol û gazê li nav Deryaya Spî di çend mehên borî de zêde bûne. Di dawiya meha Hezîranê de Tirkiyê ragihand ku karê kolanê li nav Derya Spî radiwestînin, lê belê hefteya borî piştî rêkeftina navbera Yunan û Misrê bo diyarkirina sînorê avî yê navbera wan, Enqerê ragihand ku bo dîtina petrol û gazê li nav Deryaya Spî li ser çalakiyên xwe berdewam dibe.

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 852 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:40:36