Amineh Kakabaveh: Swêdê radestkirina kesan bo Tirkiyê destpê kiriye

Parlamentera swêdî ya bi eslê xwe Kurd Amineh Kakabaveh diyar kir ku bi îmzekirina peymana sê alî ya di navbera Tirkiye, Swêd û Finlandayê de pêvajoya radestkirina siyasetmedar û çalakvanan dest pê kiriye û heta niha Swêdê 4 kes radestî Tirkiyê kirine.
12.07.2022, Sal - 14:54
Amineh Kakabaveh: Swêdê radestkirina kesan bo Tirkiyê destpê kiriye
Nuçe Belav bike

Amineh Kakabaveh, parlamentera Kurd a parlamentoya Swêdê şeva Duşembê 11ê Tîrmeha 2022an beşdarî di bernameya Rûdawî Emro ya kanala Rûdawê TV de kir û derbarê rêkeftina di navbera Tirkiye, Swêd û Finlandayê de axivî.

Amineh Kakabaveh ragihand, piraniya kesên ku Tirkiyê ew weke terorîst dane nasirin û daxwaza radestkirina wan ji Sêwê kiriye, Kurd in, kesên şoreşger in û xebatên siyasî kirine û ji welatên xwe derketine, daku rejîmên Sûriye, Tirkiye û heta Îran jî (çimku navê çend endamên PJAKê jî di lîsteyê de heye) wan desteser nekin, îşkence nekin û wan darve nekin, lê belê polîsê Swêdê wan weke terorîst dibîne.

Êvara roja 28- Hezîrana 2022an Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Serokê Finlandê Sauli Niinisto û Serokwezîra Swêdê Magdalina Anderson bi amadebûna Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg li Madrîd a paytexta Spanyayê civiyan û rêkeftineke sê alî di navbera her sê welatan de hat îmzekirin.

Piştî civînêm Serokkomariya Tirkiyê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, Enqerê tişta ku dixwest bi dest xist. Di daxuyaniyê de hat gotin, ku Swêd û Finlandê razî bûne ku di şerê rûbirûbûna PKKê û grûpên çekdarên Kurdî yên din de bi temamî alîkariya Tirkiyê bikin.

Parlamentera Kurd a Swêdî, Amineh Kakabaveh derbarê wan kesan de ku Tirkiye daxwaza radestkirina wan dike, ji Rûdawê re got: “Lîste ya Erdogan e, min ji par ve givaş xistiye ser hikûmeta Swêdê û li dijî wê me ku daxwaza Tirkiyê bê cîbicîkirin. Çima di demekê de ku ew hemû DAIŞ hatine, lê belê ewên li dijî DAIŞê xebat kirine û cîhan rizgar kirin (Kurd), û ji tirsa kuştin û zîndan û DAIŞê hatine, divê wiha li beramber wan were kirin.”

Amineh Kakabaveh diyar dike, “pirsa sereke ev e ku çima di nav wan hemû Kurd û Tirkên li Swêdê de navê 73 kesan heye, heta Tirk jî di nav de hene û ez çar kesan nas dikim ku rojnamevan in û yek ji wan li ser jenosîda Ermeniyan nivîsiye, yên din jî li dijî Erdogan nivîsîne. Li gor lîsteya Erdogan, ez jî terorîst im.”

Kakabaveh dibêje, “Li vir (Swêd) yasa ne weke Rojhilata Navîn e û di dest kesên yasazanan de ye ne siyasiyan, ji ber wê jî nikarin bi dilê xwe her kesê ku xwestin radest bikin. Pirsgirêka min ew kes in ku mafê mana wan tune ye û hatine tohmetbarkirin. Min name ji bo Amnesty International û Human Rights Watch şandiye daku em derbarê wê yekê de gotûbêjê bikin.”

Ew parlamentera Kurd di berdewamiya axavtina xwe de aşkere dike ku hikûmeta Swêdê heta niha 4 kesên daxwazkirî radestî Tirkiyê kiriye û proseya radestkirinê destpê kiriye. Amina Kakabaveh da zanîn, “Bi fikra min Wezareta Dadê ya Swêdê rast nabêje ku dibêje, peywendiya wan kesan bi wê lîsteyê tune ye. Eger wisa ye, çima berê nehatibûn radestkirin, lewra divê navên wan bên aşkerekirin.”

Parlamentera Kurd a Swêdê herwiha diyar dike ku baweriya wê bi hikûmeta Swêdê nayê û dibêje, di vê derbarê de hikûmet her tiştekî bêje, ez bawer nakim, ya ku belav bûye û tê gotin çar kes hatine radestkirin, propaganda nîne û rast e.

Amina Kakabaveh destnîşan kir, “Bo min ecêb e ku du emîrên DAIŞê hatibûn daxwazkirin, lê dema gotin em dê wan radest bikin, dewlet, rojnamevan û sîstema Swêdê li ser wan helwest nîşan dan û ew neşandin, lê niha ewên hatine şandin çi? Ji xwe xuya ye ku li zîndana Tirkiyê bûn.”

Kakabaveh dibêje, “Li Swêdê yasa nehatiye guhertin û her tişt bi yasayê ye, gelek tiştên metirsîdar di rê de ne, îro pirsa Tirkiyê û sibe jî Îran e, ku em jî Pêşmerge bûn û me li Kurdistana Îranê xebat kiriye. Ew xwepêşandanên li Îtalya û hin welatan hatin kirin ji bo piştevaniya me, lê belê li Swêdê bêdengî heye. Em di hewldanan de ne ku ji ber daxwazên Tirkiyê mafên mirovan neyê binpêkirin, çimku ya Tirkiye dike li dijî mirovahiyê ye, heta zulm e li ser kesên ku Tirk in û li vir diîjn.”

Di beşeke din a axavtina xwe de, wê parlamentera Kurd got: “Niha parlamento di betlaneya Havînê de ye û du mehên din hilbijartin e. Min daxwaz ji Komîteya Çavdêrî ya Darayî ya Dewletê kiriye ku şopandinê bikin, çimku ew peyman sê xalên sereke têde hene ku li dijî yasayê ne û radestkirina daxwazkiriyên Tirkiyê û dayîna çekan dijî yasaya Swêdê ne.”

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 634 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:07:27