Hinek endamên Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê ji bo li ser Doza Kurdan bixebitin komek ava kiriye.
Parlamenterê Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê Andreas Shider li bajarê Strasburgê yê Fransayê li ser mijarê ji Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno re axivî.
Andreas Shider li ser armanca xwe got, “Dirûşma me dilzosiya bi gelê Kurd re ye û em dixwazin dengê Kurdan bigihînin Yekîtiya Ewropayê.”
Îsal meha hezîranê li 27 welatên Yekîtiya Ewropayê hilbijartinên Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê hatin kirin.
Piştî ku parlamentoya nû dest bi karê xwe kir û lijne hatin avakirin hinek parlamenter û freaksiyonên ji welatên cuda komeke bi navê Kurdish Working Group (Koma Xebatên Kurdan) ava kir.
“Dirûşma me jî dilzosiya bi gelê Kurd re ye”
Andreas Shider jî endamekî wê kome ye û li ser armancên komê got:
“Ev kom ji bo wê ye ku li hemû wan welat û herêmên ku Kurd li wan hene dengê Doza Kurdan hebe.
Gelek pirsgirêk û rewşên zehmet û hestyar hene.
Gelekî girîng e ku em li Yekîtiya Ewropayê ji wan pirgirêkan re bibin dengek.
Dirûşma me jî dilzosiya bi gelê Kurd re ye.”
Di komê de parlamentarên ji Yunanistan, Îtalya, Almanya, Swêd, Fransa, Spanya û Awisturyayê hene.
“Me ji bo piştigiriya Doza Kurdan hev girtiye”
Andreas Shider amaje pê kir ku ew ji welatên cuda ne û got:
“Em endamên partiyên cuda ne û ji welatên cuda hatine lê me ji bo piştigiriya Doza Kurdan hev girtiye.”
Shider qeyûmên ku hikûmeta Tirkiyeyê li Bakurê Kurdistanê danîne ser şaredariyên Kurdan û bangên ji bo Ocalan bi bîr anîn û got ku dawiyê dîsa ti bipêşveçûn çênebûne.
“Girîng e em nîşan bidin ku hevsoziya me ya ji bo Kurdan çi qasî berfireh e”
Andreas Shider diyar kir ku Tirkiye êrişî Rojavayê Kurdistanê dike û rewşa Kurdên li Rojhilatê Kurdistanê jî zehmet e û got:
“Girîng e em nîşan bidin ku hevsoziya Parlamentoya Ewropayê ya ji bo Kurdan çi qasî berfireh e.”
“Çek ne çare ye, pêdivî bi çareseriyeke siyasî heye”
Shider amaje pê kir ku Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê piştgiriyê dide “pêvajoya çareseriyê” ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û got:
“Eger em aştiyeke di çarçoveya yasayên navneteweyî de dixwazin ku tê de mafê hemû neteweyan ê diyarkirina çarenivîsa xwe heye, mafê nîşandana çanda xwe heye, mafê xwendin û perwerdeya bi zimanê xwe heye pêdivî bi çareseriyeke siyasî heye.
Em dizanin ku çareseriyên leşkerî ne çareserî ne çimkî gelek xisar digihe xelkê. Ji ber vê jî pêdiviya me bi çareseriya siyasî heye.
Eger rejîma Erdogan û Tirkiyeyê hem zextê li Kurdan û hem jî li medya, hunermend, rojnameger û xelkê din bike dê civakek ava bibe ku azadiya wê namîne.
Em li dijî vê yekê ne û me divê azadiya civakê zêdetir bibe.”