Anonymousê li ser radestkirina penaberê Kurd 2 malperên Swêdê hackkirin

Grûba hacker a bi navê Anonymous li ser radestkirina penaberê Kurd ê bi navê Mahmut Tat bo Tirkiyê, malpereke fermî ya hikumeta Swêdê û malpera fermî ya nûçeyan a wî welatî ragirt.
06.12.2022, Sal - 07:52
Anonymousê li ser radestkirina penaberê Kurd 2 malperên Swêdê hackkirin
Nuçe Belav bike

Swêdê 2ê Mijdara 2022an welatiyê Kurd ê bi nave Mahmut Tat ku penaberê siyasî bû, radestî hikumeta Tirkiyê kir.

Ev biryara Swêdê di nav piraniya saziyên mafên mirov û kesayetan ve bû sedema karvedanan.

Grûba hacker a bi navê Anonymous weke karvedanek bo radestkirina penaberê Kurd malpereke fermî ya hikûmeta Swêdê “sweden.gov.se” û malpera wê ya fermî ya nûçeyan “tt.se” ragirt.

Grûba hacker a Anonymous girtina wan malperên Swêdê li ser hisabê xwe yê Twiiterê ragihandiye û gef li hikûmeta Swêdê xwariye û dibêje “Eger hikumeta Swêdê li ser radestkirina girtiyên siyasî bo rejîmên faşîst berdewam be, em dê bi rawestandina sîsteman nesekinin û wan jinav bibin.”

Mahmut Tat xelkê parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ye û di sala 2015an de bi hinceta “endamtiya rêxistina PKKê” bi 6 sal û 10 meh cezayê girtîgehê hatibû cezakirin. Piştre weke penaberê siyasî koçî Swêdê kiribû piştî ku di 22ê Mijdara 2022an ji aliyê polîsên Swêdê ve hatibû destserkirin bo Tirkiyê hatibû radestkirin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 371 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:53:10