Avûstralya derbarê Reqqayê de biryarek girîng derxist!

Wezîra Derve ya Avustralyayê Julie Bishop ragihand ku welatê wê biryara qedexeya seyaheta bajarê Reqqayê ku ji aliyê YPGê ve hatibû rizgarkirin û wekî keleha DAIŞê dihate zanîn rakir.
29.11.2017, Çar - 09:00
Avûstralya derbarê Reqqayê de biryarek girîng derxist!
Nuçe Belav bike

Wezîra Derve ya Avustralyayê Julie Bishop di daxuyaniya xwe ya malpera fermî ya wezaratê de ji bo seyaheta hemwelatiyên avustralyayî ya bajarê Reqqayê daxuyaniyek belav kir.

Julie Bishop di daxuyaniya xwe de got: "Sûcnûna seyaheta bajarê Reqqayê ji bo hemwelatiyên Avustralyayî hat rakirin. Êdî çûna Reqqayê û mana li wir ji sûcbûnê derketiye."

Bishop di dirêjiya daxuyaniya xwe de got: "Lê bêyî sebebeke meşrû hemwelatiyên Avustralyayî ku di navbera Rê Rebendana 2014'an û 28'ê Mijdara 2017'an de çûne herêmê wê rastî lêpirsîn, girtin, desteserkirin û jêpirsîna hêzên ewlehî werin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1455 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:14:53