Berdevekê YPGê bi Cîgirê Serokê Parlamentoya Fransayê re civiya

Şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê roja Înê serdana Encûmena Pîran (Senatoya) Fransayê kir.
25.03.2023, Cts - 17:32
Berdevekê YPGê bi Cîgirê Serokê Parlamentoya Fransayê re civiya
Nuçe Belav bike

Şanda Rêveberiya Xweser ji Hevserokê Darîeya Têkiliyên Derve Bedran Çiya Kurd, nûnerê Rêveberiya Xweser ê Ewropayê Ebdulkerîm Omer, berdevka YPJê Rûksan Mihemed, berdevkê YPGê Nûrî Mehmûd û nûnerê Rêveberiya Xweser ê Fransayê Xalid Îsa pêk hat.

Rêveberiya Xweser derbarê serdanê de daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniye şanda serbazî û dîplomasî ji YPG, YPJ û Rêveberiya Xweser li Parîsê bi Cîgirê serokê Encûmena Pîran a Fransayê Pierre Laurent re civiyan.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di civînê de nebûna çareseriyeke siyasî ji kirîza Sûriyê re ku ev 12 sal in berdewam dike, hatiye gotûbêjkirin. Li aliyê din astengiyên siyasî, aborî û ewlekarî yên li pêşiya Rêveberiya Xweser û êrîşên dewleta Tirk jî hatin nîqaşkirin.

Di beşekedin a daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di civînê de şehîdkirina 4 Kurd ên ku dixwestin Newrozê li navçeya Cindirêsê ya Efrînê pîroz bikin, sûcên revandin, kuştin û guhertina demografîk ku li herêmên dagirkirî bûne rojeva rojane, hatina nîqaşkirin. Di hevdîtinê de hat destnîşankirin ku divê Fransa û civaka navneteweyî di derbarê van mijaran de berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Li aliyê din Pierre Laurent diyar kir ku fedakariya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî çeteyên DAIŞ'ê bi nirx e. Herwiha Pierre Laurent ji malbatên kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane û şehîdên Cindirêsê sersaxî xwest.

Pierre Laurent herwiha da zanîn ku Fransa dê berdewam be li ser piştgirîkirina Rêveberiya Xweser û hevkariya xwe ji bo rawestana li dijî terorê û dîtina çareseriyeke demokratîk ji kirîza Sûriyê re zêdetir bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 360 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:52:00