Bernard Henri Levy bo Kurdan: 'Ez ê bidim nîşan ku ne tenê çiya dostê we ne!'

Fîlozofê navdar gelê Kurdistanê piştrast dike ku, tenê çiya piştîvanê wan nîne û radigehîne ku dê vê heftiyê bibînin.
25.11.2017, Cts - 08:20
Bernard Henri Levy bo Kurdan: 'Ez ê bidim nîşan ku ne tenê çiya dostê we ne!'
Nuçe Belav bike

Fîlozofê navdar û sînemakar Bernard Henri Levy di tora xwe ya civakî twetterê de ragehand, ku roja 28.11.2017ê li berçavê nûner û balyozê 193 welatan li Netewên Yekbûyî dê îspat bike ku ew gotin rast nîne ku dibêjin ‘’Tenê çiya dostên Kurdan in.’’

Li gor zanyariyên berdest roja 28.11.2017ê Bernard Henri Levy fîlmê sînemayê yê bi navê ‘’Pêşmerge’’ di Netewên Yekbûyî de pêşan bide, ku derhênerê wê fîlmê ew bixwe ye û di fîlmê de qehremaniya Pêşmerge ya di şerê dijî rêxistina terorîst a DAIŞ'ê û rola parastina cîhanê derdixe pêş.

Fîlma wî sînemakarê Fransî dê di binkeya serekî ya Netewên Yekbûyî de li New Yorkê li berçavê balyozên 193 welatan bê pêşandan.

basnews
Vî nûçeyê tevayî: 2157 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:48:10