Brîtanya dê hejmarek Kurd dersînor bike

Endamekî Lijneya Peywendiyên Derve ya Parlamentoya Iraqê got, “Em dê bi hemû hêza xwe hewl bidin ku ew neyên dersînorkirin.”
19.08.2022, Cum - 11:53
Brîtanya dê hejmarek Kurd dersînor bike
Nuçe Belav bike

Brîtanya plan dike ku hejmarek ji Kurd û Iraqî yên ku bi salan e li wir dijîn dersînor bike. Endamekî Lijneya Peywendiyên Derve ya Parlamentoya Iraqê got, “Em dê bi hemû hêza xwe hewl bidin ku ew neyên dersînorkirin.”

Endamekî Lijneya Peywendiyên Derve ya Parlamentoya Iraqê di 18ê Tebaxa 2022an de, Dr. Musenna Emîn ji Rûdawê re ragihand, “Agahiyên me hene ku hejmarek Kurd û Iraqî li Brîtanyayê di bin metirsiya dersînorkirinê de ne lê me hemû hewlên xwe dane ku bi ti hincetan neyên dersînorkirin.”

Musenna Emîn anî ziman, “Divê vegerandin ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve were pejirandin; Hikûmeta Iraqê di sala 2013an de bi Yekîtiya Ewropayê re rêkeftinek îmze kiribû. Di rêkeftinê de bi dehan xal hene, yek ji wan xalan dibêje ku divê Hikûmeta Iraqê alîkarîyê bike bo vegerandina Iraqiyên ku hemû qonaxên redkirina mafê penaberîyê derbas dikin. Yanî yên ku digihîjin qonaxeke ku welat wan qebûl nake.”

Li ser wan kesên ku mertirsiya dersînorkirinê li ser wan heye, “Forma nivîskî çend rewşan vedihewîne. Yek jê ew kesên ku hemû qonaxên serlêdana penaberiyê temam kirine, ango dadgeha herî bilind a welêt ew red kirine. Ew ên din jî yên sûcên giran ên wek terorîzm, kuştin, qaçaxçîtiya maddeyên hişber, qaçaxçîtiya mirovan kirine, ew kesên ku tawanên wiha giran an tawanên organîze dikin, eger ji aliyê hikûmet û dadgehên wî welatî ve bên derxistin, divê Iraq wan paşde vegerîne ji ber ku ew beşek rêzgirtina serweriya welatê din e.”

Li gorî agahiyên Rûdawê, Wezareta Navxwe ya Brîtanyayê hejmarek welatiyên Iraqê girtine ku li benda dersînorkirina wan bo Iraqê.

Biryar bû di destpêka meha Hezîranê de firokeyeke ku nêzîkî 30 penaberên Kurd ên li Brîtanyayê tê de bûn ku dê ber bi Hewlêrê ve bi rê keta, 12 demjimêran berî geştê ji aliyê Wezareta Navxwe ya Brîtanyayê ve hat betalkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 477 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:48:10