Brîtanyayê 8 sal ceza da serokê şebekeyeke qaçaxçiyên Kurd

Welatiyek bêyî ku bi xwe di salona dadgehê de amade be 8 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn.
10.12.2022, Cts - 07:59
Brîtanyayê 8 sal ceza da serokê şebekeyeke qaçaxçiyên Kurd
Nuçe Belav bike

Welatiyek bêyî ku bi xwe di salona dadgehê de amade be 8 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. Ew Kurd bi serkirdayetiya şebekeyeke qaçaxçiya koçberên Kurd tê tohmetbarkirin û niha reviyaye. Tariq Namîq ê 45 salî li Oldham a nêzîkî Manchester a bakurê Îngilistanê dijî.

Ajansa Pêşîlêgirtina Tawanan a Brîtanyayê dibêje, Tariq Namîq serkirdayetiya "rêxistineke tawankar a mezin û tevlihev" dikir ku koçberên Kurd di barhilgiran de vedişart û bi qaçaxî derbasî Brîtanyayê dikir.

Gruba Kurd bi qaçaxçiyên derveyî Brîtanya re kar dikir û tê tawanbarkirin ku di nava 50 rojan de 1900 koçber ji Balkanan derbasî Fransa û Almanyayê kirine. Grûpa qaçaxçitiyê ji wan her du welatan, koçber bi çend awayan birine Brîtanya da ku li wir daxwaza mafê penaberiyê bikin.

Li gorî Ajansa Pêşîlêgirtina Tawanan a Brîtanyayê, komên qaçaxçitiyê rêya tengava Îngilîstanê xistine bin kontrola xwe û mirovan bi barhilgir û beleman vediguhêzin.

Zêdebûna beleman ji sala 2017an vir ve bûye sedem ku her sal bi hezaran koçber xwe bigihînin peravên başûrê rojhilatê Îngilistanê.

Tê gotin ku tedbîrên ewlehiyê yên tund bûne sedema derbasbûna qaçaxçîtiya ji barhilgiran ber bi belemên biçûk. Çar kesên din ên bi Tariq Namiq re, ji 16 meh heta 5 sal bi cezaya girtîgehê hatin cezakirin, bi tawana beşdariya di veguhestina neyasayî ya koçberan de.

Her pênc kes di rûniştinên berê yên li Dadgeha Şahaniya Manchesterê tawanên xwe qebûl kiribûn.

Ajansa Pêşîlêgirtina Tawanan a Brîtanyayê diyar kir ku Tariq Namiq roja Înê derneketibû dadgehê û bi awayekî negirtî hat cezakirin û destnîşan kir ku fermanek li ser girtina wî hatiye derxistin û ajans "bi hevkarên xwe re kar dike da ku yekser wî bigirin."

Ajansa Pêşîlêgirtina Tawanan a Brîtanyayê got, “Koma tawankar ji bo berjewendiya xwe ya aborî hewl da ku pergala penaberiyê ya Brîtanyayêbinpê bike û koçberan, di nav de zarokên biçûk, bixe bin xeteriyeke mezin.”

Komê bi hejmarek şofêrên barhilgiran re ku piraniya wan ji Tirkiyê ne, li hev kiribûn ku koçberan derbasî Ewropayê bikin.

Piraniya koçberan ji başûr û rojhilatê Kurdistanê, Iraq û Îranê bûn. Qaçaxçiyan ji her koçberekî 1900 dolar distandin.

Li gorî Ajansa Pêşîlêgirtina Tawanan a Brîtanyayê, qaçaxçiyan piştî gihiştina Ewropayê, du rê pêşkêşî koçberan kirin ku wan bigihînin Brîtanya lê daxwaza pereyên zêdetir jî kirine.

Rêyek ew bû ku koçberek tenê di barhilgirekê de veşêre ku ji bo daxwaza pereyekî zêde kirine. Piştî ku bi barhilgirê hat veguhestin, qaçaxçiyek li Brîtanyayê pêşwaziya koçber dikir.

Rêya din ew bû ku hejmarek koçber di barhilgiran de ku qaçaxçiyek diajot veşêre. Piştî ku bi rêya

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 652 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:29:29