CNN: Kurdek dikare bibe Serokwezîrê Brîtanyayê

Malpera CNN a Amerîkî navên çend kesan belav kirine ku dikarin bibin Serokwezîrê nû yê Brîtanyayê û cihê Boris Johnson werbigrin, yek ji wan Nazim Zehawî ye
08.07.2022, Cum - 06:55
CNN: Kurdek dikare bibe Serokwezîrê Brîtanyayê
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyên malpera CNN, Nazim Zehawî du roj piştî destnîşankirina wî weke Wezîrê Darayî yê Brîtanyayê, ji Boris Johnson daxwaz kir ku dest ji kar vekişîne.

Malperê diyar kiriye, Nazim Zehawî beriya salekê pêwendî bi kabîneya hikûmetê kiribû, beriya niha nedihat çaverêkirin ku bigihîje wê astê ku postê Serokwezîriyê bigre destê xwe, lê belê derketina wî di serdema Johnson de gelek bilez bû, wî karî xwe nîşan bide weke Wezîrê Vaksînan di dema nexweşiya Koronayê de û piştre weke Wezîrê Perwerdehiyê derkeve.

Nazim Zehawî ji malbateke Kurd, li Bexdayê jidayîk bûye, di temenê xwe yê 9 salî de ji rejîma Sedam Husên reviyane û berê xwe dane Brîtanyayê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 526 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:31:23