Derbarê kujerê 3 kurdên li Parîsê de geşedaneke nû

Êrîşkarê Fransî yê êrîşa Parîsê ya li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ku îro ji ber rewşa wî ya tendirustiyê bo klînîkeke derûnî ya ser bi Rêveberiya Polîsan ve hatibû veguhestin, careke din hat desteserkirin û li gor agahiyan dê sibe li pêşberî dadwer amade bibe.
26.12.2022, Pts - 05:34
Derbarê kujerê 3 kurdên li Parîsê de geşedaneke nû
Nuçe Belav bike

Roja Înê 23ê Kanûna 2022an li navenda Parîsa paytexta Fransayê kesekî 69 salî bi çekê êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û sertraşxaneyekê kir û di encamê de 3 welatiyên Kurd ên bi navê Mîr Perwer, Emîne Kara û Ebdullrehman Kizil canê xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn. Her sê welatiyên ku canê xwe ji dest dane, ji Bakurê Kurdistanê ne.

Piştî êrîşê, êrîşkarê 69 salî yê bi navê Williams M. hatibû desteserkirin, lê piştre hatibû gotin, ji ber rewşa wî ya tendirustiyê ew rakirine klînîka psîkiyatriyê ya ser bi Rêveberiya Polîsan.

Lê di geşedaneke nû de hat ragihandin, ku kesê êrîşkar careke din hatiye desteserkirin û dê lêpirsîn pê re bê kirin.

Li gorî nûçeya kanala BFMTV ya Fransî, êrîşkarê 69 salî yê êrîşa Parîsê ku duh ji bo nirxandina tenduristiya xwe sewqî klînîka derûnî ya Midûriyeta Polîsan hatibû kirin, careke din hatiye desteserkirin.

Li gorî ragihandan, kesê êrîşkar ji nexweşxaneya derûnî bo navenda polîsan hatiye veguhastin û dê sibe wî bibin pêşberî dadger û bo cara yekem dê derbarê êrîşê de lêkolîn pê re bê kirin.

Berdevkê Encumena Demokrata Kurdên Fransayê Egîd Polat jî li ser twittera xwe heman zanyarî parve kiriye û ragihandiye, “Qatilê 3 hevalên me dîsa hat desteserkirin.”

Li gor zanyariyan, dê sibe kesê êrîşkar derxin pêşberî dadgerê lêpirsînê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 503 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:47:52