Di hilbijartinên Fînlandê de jineke Kurd bû berbijêr

Jina Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê Seîda Sohrabî di hilbijartinên giştî yên Fînlandê de bû berbijêr.
01.04.2023, Cts - 08:09
Di hilbijartinên Fînlandê de jineke Kurd bû berbijêr
Nuçe Belav bike

Fînland ji bo hilbijartinên giştî roja Yekşemê 2ê Nîsanê diçe ser sindoqan.

Keçeke Kurd a Rojhilatê Kurdistanê ku bi salan e li Fînlandiyayê dijî, niha ji bo bibe parlamenter di pêşbirkê de ye û ji bo biçe parlamentoya Fînlandê kampanyaya xwe ya hilbijartinê ji bo razîkirina dengderan dest pê kir.

Seîda Sohrabî wek namzeda 150emîn a Koalîsyona Neteweyî ya Fînlandiyayê ji bo herêma Helsînkî hat destnîşankirin.

Seida Sohrabî, ku berê di encûmena bajêr de kar dikir, dibêje ku ew ê bi hemû hêza xwe li seranserê welêt bigerin da ku dengdêrên xwe razî bikin û bigihîje parlamentoyê.

Sohrabî ku di biçûkatiya xwe de tevî malbata xwe koçî Fînlandê kir û bû berbijêra parlementoya wî welatî ji peyamnerê Rûdawê Zinar Şîno re axivî û got “Bavê min carekê ji min re gotibû, 'Tu çi dikî, baş bike, rast bike, an neke`. Ez jî di vê çarçoveyê de xebatên xwe dimeşînim. Û ez bawer dikim ku bêguman ev gotin rast in.”

Seîda Sohrabî diyar kir ku di derbarê Kurdan de projeyek wê heye û dibêje “Min pêşniyarek kir ku navekî kurdî bidin kolanekê. Heşt kesan deng dan û îmze kirin. Ji bo ku kolanek bi kurdî bê binavkirin, îmzeyên zêde hewce ne û ez di vî warî de xebatên xwe didomînim.

Di 20’ê Nîsana 1996’an de Seîda Sohrabî bi malbata xwe re ji kampeke Ramadî ya Iraqê çû Fînlandê. Ji wê rojê ve jiyana Seîda gelek guherî.

Seîda Sohrabî dibêje, Fînlandiya û Kurdistan wek dê û bavê wê ne û wiha berdewam kir “Ez ji Fînlandê hez dikim û Kurdeka Fînlandî me. Dilê min bi Fînlandê re ye. Fînlandê gelek baş li min û penaberan nihart.”

Di tîma kampanyaya Seîda Sohrabî de ji bilî Kurdan, Fînlandî, Afrîkî û gelên din jî hene.

Hilbijartinên parlamentoyê yên Fînlandê ku 2 hezar û 424 berbijêr bo 200 kursiyan hevrikiyê dikin, roja Yekşemê 2ê Nîsanê tê lidarxistin.

Hilbijartin dê çend roj piştî ku Tirkiye protokola pejirandina endamtiya Fînlandê ya NATOyê derbas kir dê pêk were.

Ji heşt partiyên herî mezin ên Fînlandiyayê serokên giştî yên 7 partiyan jin in.

Serokên 5 partiyên di hikûmeta koalîsyonê de ku di sala 2019’an de ji aliyê Serokwezîr Sanna Marin ve hat avakirin jî jin in. Wêneyên giştî ên Marîn û hevkarên wî yên koalîsyonê di wê demê de di çapemeniya navneteweyî de cih girtibûn û di raya giştî de bertekên mezin bi xwe re anîn.

Di hikûmeta niha de ji 19 wezîrên kabîneyê 11 jê jin in.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 610 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:13:47