Du wezîrên Almanya serdana Mereşê dikin

Wezîrên Derve û Navxwe yên Almanyayê îro serdana Bazircixa Mereşê ya Bakurê Kurdistanê dikin.
21.02.2023, Sal - 09:58
Du wezîrên Almanya serdana Mereşê dikin
Nuçe Belav bike

Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock û Wezîra Navxweya Almanyayê Nancy Faeser ji ber karesata erdhejê, biryar e îro serdana Mereşê bikin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Almanyayê da xuyakirin, her du wezîr dê serdana Bazarcixê bikin, li wargehê konan lêkolîn bikin û bi saziyên civaka sivîl re bicivin.

Hikûmeta Almanyayê dabû xuyakirin, ji ber rewşa erdhejê ewê di karên vîzeyê de hêsankariyê bikin û bi vê armancê li Dîlokê navenda vîzeyê hatibû danîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 574 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:43:31