Elmanya nijadnameyê ji nêzîkî yek milyon nijad Tirk vedikşîne

Li gor wê raportê, hejmara wan Tirkan, nêzîkî yek milyon kesane û bi dûbare derkirina nijadname ya Tirkiyê bi nihênî, yasa ya koç û koçberên Elamanya binpîkirine.
23.07.2020, Per - 07:11
Elmanya nijadnameyê ji nêzîkî yek milyon nijad Tirk vedikşîne
Nuçe Belav bike

Di raportekê de, malpera elktironîya rojnameya Hurîyet aTirkiyê bi zimanê Elamanî belav kirîye, tekez hatîye kirin, (ew hevwelatîyên Tirk ewên gefa vekişandian nijadnmeya Elmanîya li ser wane, tuhemetbarin bi dûbare derxistina nijadnameya Tirkiyê bi nihênî û bê piriskirin bi desthilatdarên Elmanîya, ku berê bi sedema bi destvehînana nijadname ya Elmanî, li sala 2000 destberdarê nijadnameya Tirkiyê bibûn.

Li gor wê raportê, hejmara wan Tirkan, nêzîkî yek milyon kesane û bi dûbare derkirina nijadname ya Tirkiyê bi nihênî, yasa ya koç û koçberên Elamanya binpîkirine.

Wê raportê aşkera jî kirîye, Nivîsîngeha karûbarê hevwelatyan li devera Rayin- Wêstfalyan çend name bo wan hevwelatîyên Tirki şandine û bi wan re ragehandine, ku nijadnameya Elmanî ji wan dê bihêt standin.

Amaje bibi wê yekê jî daye, desthelatdarên Elmanya li Tirkiyê bi rêya amarên xwe, zanyarî derbarê helgirên dû nijadname yên neyasayî bi dest xwe ve hînane. Ji alîyekê dî, di mêdyayên civakî de çend nûçeyek belav bûne û behsa wê yekê dikin, ku Berlînê ew zanyarî liser hevwelatîyên Tirik bi rêya lîstên helbijartina rapirsîya Tirkiyê ya sala 2017yê bi dest xwe ve hînane.

Li gor amarên sala 2019yê, ji koma 15 milyon penaberên bi nijad Tirk, zêdetir ji 3 Milyon kesan li welatê Elmanya dijîn, anku Tirk di dema sî salên burî de, mezintirîn koma penaberan li derve ya welatê xwe pêk dihînin, ku rêjeya 27% ji koma rûniştvanên Tirkiye ye, ji evê rêjeyê jî, 5% di navera 10-30 salane li Elmanya dijîn.

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 847 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:53:13