Encamên destpêkê: 4 Kurd di hilbijartinên Swêdê de biserketin

Li gor encamên destpêkê yên nefermî, di hilbijartinên parlamentoya Swêdê de heta niha 4 berbijêrên Kurd biserketine.
12.09.2022, Pts - 05:42
Encamên destpêkê: 4 Kurd di hilbijartinên Swêdê de biserketin
Nuçe Belav bike

Dengdana di sê hilbijartinên Swêdê ku roja borî demjimêr 08:00 bi dema wî welatî (demjimêr 09:00 bi dema Hewlêrê) destpê kiribû, di demjimêr 20:00 de bi dawî hat û piştî girtina sindoqan û deriyên navendên dengdanê, proseya hejmartina dengan destpê kir.

Medyaya fermî ya Swêdê encamên destpêkê ya nefermî belav kiriye ku li gor wan encaman, partiyên çep zêdetir ji %50.6 dengan û partiyên rast jî rêjeya %48 dengan bidestxistine.

Li gor encamên destpêkê yên nefermî, heta niha 4 berbijêrên Kurd di hilbijartinên parlamentoya Swêdê de biserketine.

Li gor agahiyan, berbijêrên Kurd ku heta niha karîne dengê pêwîst bidestbixin û derbasî parlamentoya Swêdê bibin, ev in:

Kadir Kasirga, Lawen Redar, Serkan Kose û Gulan Avci.

Herwiha li gor encamên nefermî yên destpêkê, Partiya Sosyal Demorkat rêjeya dengên xwe zêde kiriye û zêdetir ji %30.1 dengan misoger kiriye.

Herwiha Demokratên Swêdê bi zêdekirina dengên xwe %21.3 dengan bidestxistine û niha di pileya duyem de ne û Partiya Moderate jî bi bidesxistina %16.3 dengan heta niha partiya sêyemîn a hilbijartinên Swêdê ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 488 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:38:45