Artêşa Tirkiyê roja 9ê Cotmehê bi alîkariya çekdarên Sûrî ku Enqere piştgiriya wan dike, êrîşî Rojavayê Kurdistanê kir. Neteweyên Yekgirtî ragihandiye, ku li Rojavayê Kurdistanê ji ber êrîşên Tirkiyê heta niha zêdetirî 180,000 kes koçber bûne.
Alîkara Sekeretêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ya ji bo karûbarên mirovî ragihandiye, ku ji ber êrîşên Tirkiyê 180,000 kes koçber bûne ku 80,000 ji wan zarok in.
Balyozê Tirkiyê yê li Netewên Yekgirtî, Ferîdûn Sinirlîoglu jî di civîna Encûmena Asayişa Navdewletî de gotarek pêşkêş kir û behsa armanca welatê xwe ji operasyona Kaniya Aştiyê kir û îdia kir, ku operasyona wan li gorî yasayên navdewletî birêve çûye û got, Tirkiyê xwestiye sînorên xwe ji gefên YPG û PYDe biparêze.
Ferîdûn Sinirlîoglu herwiha bal kişande ser wê yekê jî ku Tirkiyê li Sûriyê rasterast şerê DAIŞê kiriye.
Sinirlîoglu got: “Her ji roja yekem armanca operasyona Kaniya Aştiyê zelal bû, ji bo nehêlana gevên terûrê bûn li ser sînorê me li gel Sûriyê , bo parastina yekgirtî û yekparçeya axa Sûriyê bû, her wiha bo parastina kesên sivîl û diristkirina jîngehekê bû ku xelkê Sûriyê bi selametî û li ser xwasta xwe vegerin ser malên xwe. Ev operasyon bi temamî li gor yasayên navdewletî û yasayên mirovayetî bû, bi tenê terorîst û bingeh û otomobîlên wan bûne armanc, me hemû rê girtine ber, heya ziyan negehe ti kesekê sivîl, herwiha ziyan negehe cihên sivîlan jî.”
Nûnerê hikûmeta Sûriyê li Netewên Yekgirtî, Beşar Ceiferî jî di civîna Encûmena Asayişa Navdewletî de amade bû û hincetên Tirkiyê bo destpêkirina êrîşa li ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê red kir.
Beşar Ceiferî diyar kir, Tirkiyê bi wê operasyonê, bi awayekî zelal
yasaya navdewletî, mîsaqa Netewên Yekgirtî û herwiha biryarên Netewên Yekgirtî binpê kiriye” û hincetên Enqerê bo destpêkirina operasyona leşkerî li nav axa Sûriyê wek “derew” bi nav kir.
Ceiferî da xuyakirin, “êrîş ji bo dagîrkirina Sûriyê bûye û ji ber wê bi sedan sivîl hatine kuştin û birîndar bûne û herwiha bûye sedema koçberbûna bikom.”
Nûnerê Amerîkayê yê li Encûmena Asayişa Navdewletî jî di wê civînê de ragihand, eger piştrast bibe ku grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve êrîşî xelkê sivîl kirine, Tirkiye dê berpirsyar be.
Michael Barkin got: “Ragihandina hevbeş a 17ê Cotmehê rêxweşkirin bû ji bo agirbesta hertimî, em hêvî dikin li ser bingeha wan piştrastbûnên ku ji aliyê berpirsên Tirkiyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve hatine dayîn, rêz li wê agirbestê bê girtin, kesên sivîl parastî bin, û herwiha şerê tund ê jinavbirina DAIŞê jî berdewam be. Ev ew çareserî ye ku jiyana xelkî diparêze, herwiha dê alîkar jî be ji bo aramiyeke demdirêj li navçeyê.”
Di heman civîna Encûmena Asayişa Navdewletî de, Rusyayê jî ragihand, ew li dijî her planeke perçekirina axa Sûriyê ne.
Balyozê Rûsyayê li Netewên Yekgirtî, Vassily Nebenzia da xuyakirin, ku “rêkeftina Rûsya û Tirkiyê giring e û kilîla (mifteya) biichbûna aramî û îstiqrarê li Sûriyê ye.”
Nebenzia got: “Em dê berdewam bin li ser hewlên alîkarîkirina Sûriyê û Kurdan, ji bo ku bikarin derbarê pirsên giştî danûstandineke temam bikin.”