NATO dixwaze ji wê paytextê ve xeyala Swêdê piştî 14 mehan ji daxwaza endambûna di NATOyê de, bibe rastî û êdî ew welat jî bibe endama NATOyê.
Lê hîn astengek li pêşiya Stokholmê heye, ku zehmete bikaribe di vê lûtkeyê de jî wê astengê derbas bike, ew jî Tirkiye ye.
Enqere, ku ji despêkê ve bûye stiriya di navbera Mem û Zînê de li pêşiya bi hevgihiştina NATO û Swêdê, hîn jî dilê wê ji bo welatên Îskandînavya nerm nebûye.
Dilgiraniya wê ya mezin jî, nêrîna siyasî ya Stockholmê ye li bermaber hinek hêzên Kurdî.
Serokkomarê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan ragihandiye: “Tirkiye çawa dikare baweriyê bide welatekê ku terorîst li kolanên wê digerin? Welatek ku xwe ji rêxistinên terorîstî dûrnexe, dikare beşdarî NATOyê bibe? çawa ewên şerê terorê nakin, dê şerê dijminên hevpeymaniyê bikin?”
Mebesta Erdogan ji terorê, ew welatiyên ku endam an alîgirên Partiya Karkerên Kurdistanê PKK û hêzên wek YPGê ne.
Tirkiye dixwaze Swêd çalakî û tevgera wan hêzan kêm bike.
Ev ji derveyî wan 120 kesan e ku divê radestî Enqereyê bike ku qaşo beşdarî kiryarên terorîstî yên li dijî Tirkiyê bûne.
Piştî rêkeftina sê alî ya Hezîrana par di navbera Tirkiye, Swed û Finlandayê de li Madrîd a Îspanya, Swêdê soz dabû Tirkiyê ku daxwazên wê cîbicî bike. Kar gihişt asta sererastkirina destûrê, ji bo ku zêdetir li dijî terorê rawestin.
Swêdê heta niha biryara desteserkirina welatiyekê û radestkirina kesekî daye, ku qaşo alîgirên PKKê ne.
Wezîrê Derve yê Swêdê, Tobias Billstrom dibêje: “Em di wê baweriyê de ne ku tişta ji me dihat xwestin me kir. Em li benda biryareke erênî ne. Lê ez dixwazim wê yekê bibêjim, biryara dawî di destê Tirkiyê de ye.”
Amerîka, Ewropa û Endamên din ên NATOyê bi Tirkiyê re ne hemfikirin û di nava dilgiraniyê de ne; di wê baweriyê de ne, ya ji Swêdê dihat xwestin bo dilniyakirina Tirkiyê û hemû endamên din yên NATO di pabendbûna parastina asayîşa hevpeymanan de, kiriye.
Serokê Amerîkayê Joe Biden derbarê wê yekê de dibêje: “Ez dixwazim bibêjim, Amerîka bi temamî, bi temamî û bi temamî piştgiriyê dide endambûna Swedê ya di NATOyê de. Fêmkirina vê yekê gelek sade ye, Swed dê hevpeymaniyê bihêztir bike. Birastî ez bi dilgiranî li benda endambûna we me.”
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg jî diyar kiriye:“Swêdê hemû sozên ku di rêkeftina navbera Finland, Swed û Tirkiyê de li Lûtkeya Madrîdê dabûn cîbicî kirine. Niha dema wê ye em Swêd bînin nav hevpeymaniyê.”
Heta niha gotara Tirkiyê derbarê rêpêdana Swed ya hatina nav NATO nerênî ye, lê di nav salek û nîvekê de gavên Rûsya avêtîn wisa kiriye, rojava dixwaze di zûtirîn dem de wî karî bike; bo wê jî bi awayekî cidî dest bi hewildanên razîkirina Tirkiyê kiriye.
Ew jî bi pêşkêşkirina berjewendiyên serbazî û dîplomatîk. Yek ji wan berjewendiyan, dayîna parçeyên yedek ên firokeyên F-16 yên Amerîkî ye ku Tirkiyê ji Mijdara 2021ê ve daxwaza kirîna wan parçeyên bi qasî 20 milyar dolarî kiriye.
Şêwirmendê Asayîşa Nîştimanî ya Amerîkayê, Jake Sullivan têkildarî mijarê ragihandiye: “Serok Erdogan û Serok Biden behsa firotina firokeyên F-16 kirin. Serok pabendî û piştgiriya xwe bi awayekî eşkere bo pêşkêşkirina F-16 bo Tirkiyê dûbare kir.”
Lê daxwazên Erdogan ku çend demjimêran beriya lûtkeyê eşkere kirin, wek ew dibêje, ne tenî di çavçoveya asayîşa nîştimanî ya Tirkiyê de ne. Lêbelê dixwaze vetoyê bo bidestxistina armancên wiha bikar bîne ku bi NATO ve ne girêdayî ne.
Ew jî vekirina deriyê Yekîtiya Ewropayê ye li pêşiya Tirkiyê, ku 50 sal e li ber wî derî rawestiyaye û ji sala 2016ê ve Bruskselê bi yekcarî ew derî di rûyê Tirkiyê de girtiye.
Serokkomarê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan daxwaza Tirkiyê wiha anî ziman: “Yekem car, rêya Tirkiye bo endambûna di Yekîtiya Ewropayê de vekin, hingî emê jî derî bo Swêdê vekin, wek çawa me bo Finlandayê vekir.”
NATO ji derveyî endambûna Swêdê, dixwaze pabendiya darayî ya endaman di ber çava re derbas bike û rê bo Ukrayna jî xweş bike bo daxwaza endambûnê pêşkêş bike.
Ji ber wê, eger Enqere dev ji dijayetiya Swêdê bernede, berfirehbûna NATOyê dê bi dehan mehan paşde bikeve û yekîtiya wê hevpeymaniyê jî dikeve jêr pirsê.