Êrişkarê Parîs: Ez kesekî nijadperest im

Êrîşkarê Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li Parîsê gotiye ku ew kesekî nijadperest.
24.12.2022, Cts - 14:40
Êrişkarê Parîs: Ez kesekî nijadperest im
Nuçe Belav bike

AFPê li ser zarê çavkaniyeke ji lêkolînê agahdar ragihand ku êrîşkar Fransîyekî spî ye.

Li gorî nûçeya France Info, êrişkarê Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ji polîsê ku ew desteser kiriye re gotiye ku ew kesekî nijadperest e û li xwe mikur hatiye ku wî bi zanebûn Kurd kirine armanc.

Bavê êrîşkar William M. ê 90 salî jî diyar kir ku kurê wî roja bûyerê dema ji malê derketiye tiştek negotiye û kurê xwe wekî kesekî "dîn" bi nav kir.

Duh roja Înê 23yê Kanûna 2022yan li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya êrişek hat encamdan û 3 Kurdan canê xwe ji dest dabûn. Li gorî medyaya Fransayê, navê êrîşkar William M. ye 69 salî ye û wî berê şofêrtiya trênê li Parîsê dikir û niha xanenişîn bûye.

Êrîşkar bi êrîşî êriş kiribû û di encamê de Hunermend Mîr Perwer ê ji Gimgim a Mûşê, Emîne Kara ya ji Qileban a Şirnexê û Ebdulrehman Kizil ê ku nayê zanîn ji kîjan bajarê Kurdistanê ye canê xwe ji dest dabûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 332 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:51:22