Fîlozofê navdar: Çawa dibe bila bibe wê Kurd serbikevin!

Fîlozofê navdar ê Frensî Bernard Henri Levy di axaftina xwe de ragihand ku dinya ji kurdan û Pêşmerge re deyndar e û êdî dema wê hatiye ku deynê xwe bide.
29.11.2017, Çar - 06:18
Fîlozofê navdar: Çawa dibe bila bibe wê Kurd serbikevin!
Nuçe Belav bike

Fîlozofê navdar ê Frensî Bernard Henri Levy di axaftina xwe ya kanala K24'ê rê de got: "Kurd di rêya rast de ne. Di dawiya dawiyê de edalet û tecrûbeya dîrokî wê bi ser bike. Ez nivîskar, derhêner û fîlçêkerim. Min ferq kir ku di dawiyê de wê edalet tecelî bike. Kurd nûnerê rastî û edaletê ne."

Bernard Henri Levy di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji bo ku rastî û edalet hevalê kurdan e di dawiyê de wê bi ser bikevin. Lê pêdivî bi demê heye. Nêrîna her welatî li Kurdistanê cuda ye."

Henri Levy di dirêjahiya axaftina xwe de got: "Fransa, hem di Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) û hem jî di platformên din de piştgiriya Kurdistanê kir. Kurd ji bo helwesta rojavayiyan pir aciz in. Raste eger ez kurdbûma ez jî aciz dibûm. Êdî ji xeyrî çiyayan jî dostên kurdan hene. Li her cihên cihanê dostên kurdan hene. Gelek hene."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1531 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:11:23