Hevdîtinên Mesrur Barzanî li Davosê berdevamin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî îro li Davosê çend hevdîtinên girîng pêk an'in. Barzani ligel Serokwezîrê Urdinê, Wezîrê Pîşesazî û Bazirganî yê Behreynê û li gel Wezîrê Aborî yê Omanê hevditin pêk anî.
18.01.2023, Çar - 13:54
Hevdîtinên Mesrur Barzanî li Davosê berdevamin
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşemê 18ê Çileya 2023an li Davosê bi Serokwezîrê Urdinê Bişir El-Xesawneh re civiya.

Di civînê de zêdetir pêşxistina pêwendiyên dostane û dîrokî di navbera Herêma Kurdistanê û Şahnişîna Urdinê de hatin guftûgokirin.

Serokwezîrê Urdinê silavên Şah Ebdullah gihandin Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bal kişande ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê û Serok Mesûd Barzanî li cem Şah Ebdullah û Şahnişîna Haşimî ya Urdinê xwedî cihekî taybet in.

Serokwezîr spasiya piştevaniya Şahnişîna Urdinê kir, bi taybetî di dema êrişa terorîstên DAIŞê li ser Herêma Kurdistanê. Her wiha pêzanîna xwe ji bo hewlên Şah Ebdulah bo aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da.

Mijara sereke ya hevdîtinê jî, taybet bû bi pêşxistina hevkarî û hevahengiya di warên çandinî û bazirganiyê de û derfeta Kurdistan sûdê ji ezmûna serkeftî ya Urdinê di warê tendirustiyê de werbigire.

Hevdîtina li gel Wezîrê Pîşesazî û Bazirganî yê Behreynê

Mesrûr Barzanî îro li Davosê bi Wezîrê Pîşesazî û Bazirganî yê Behreynê Ebdulah Bin Adil Fexro re civiya.

Di civînê de, pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Şahnişîna Behrêynê de, bi taybetî di warê pêşxistina veberhênan, pîşesazî, çandinî û bazirganiyê de hatin gotûbêjkirin.

Mesrûr Barzanî ragihand, Wezîrê Pîşesazî û Bazirganî yê Behreynê silavên Cihnişîn û Serokwezîrê Behreynê Şêx Selman Bin Hemed Al Xelîfe gihandin wî û xwesteka welatê xwe ji bo bihêzkirina têkeliyên ligel Herêma Kurdistanê nîşan da.

Her wiha Wezîrê Pîşesazî û Bazirganî yê Behreynê ragihand, biryar e ew ligel şandeke mezin a bazirganiyê, serdana Herêma Kurdistanê bike.

Her di vê civînê de Mesrûr Barzanî amadebûna Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina pêwendiyên ligel Şahnişîna Behrêynê di hemû waran de nîşan da.

Hevdîtina li gel Wezîrê Aborî yê Omanê

Her wiha Mesrûr Barzanî li Davosê bi Wezîrê Aborî yê Omanê, Seîd Bin Mihemed El-Seqirî re civiya.

Di civînê de pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Sultaniya Omanê de hate gotûbêjkirin, bi taybetî di warê çandiniyê de, ku hinarên Kurdistanê wek yekem berhema çandiniyê ya Kurdistanê, gihîşt bazarên Sultaniya Omanê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi fermî ji bo Sultaniya Omanê hat vexwendin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 324 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:05:33