Heyeta PAKê li Parîsê serdana PDK Îranê kir

Heyeteke Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ya ku ji endamê Komîteya Birevebir a PAK Ewropayê Îhsan Aydin û endamê Meclîsa PAK Ewropayê Faysal Taşkiran pêk hatî, roja 04.10.2022yê li Parîsê, ofîsa Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î)) zîyaret kir.
05.10.2022, Çar - 09:16
Heyeta PAKê li Parîsê serdana PDK Îranê kir
Nuçe Belav bike

Heyeteke PAKê roja 04.10.2022yê li Parîs a paytextê Fransayê, seredana ofîsa PDK-Î(Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê) kir.

Cîhgirê Berpirsê Navenda Birêveberîya Giştî a Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) Hesen Şerîfî , Berpirsê Parîsê yê PDK-Î yê Xebat Qurbanî û endamên PDK-Î yê Kanî Jahangirî û Pûraman bi awayekî germ pêşwazîya heyeta PAKê kirin.

Heyeta PAKê ji ber vê pêşewazîyê spasîya heyeta PDK-Î yê kir û piştgirîya xwe ji bo raperîn û berxwedana gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê pêşkeşî heyeta PDK-Î yê kir .

Herweha heyeta PAKê êrîş û qetlîamên Dewleta Îranê yên li ser xwepêşanderên sivîl û baregehên PDK-Î yê, Komele û PAK a Rojhilatê Kurdistanê şermezar kir û sersaxî ji malbatên şehîdan û ji gelê me ra , şîfaya xêrê ji birîndaran ra xwest.

Heyeta PAKê ji bo yekitîya herdû baskên Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê jî kêfxweşîya xwe diyarkir û ew pîroz kirin.

Cîgirê Berpirsê Navenda Birêveberîya Giştî a Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) Rêzdar Hesen Şerîfî jî ji bo vê seredanê û ji bo piştgirîya PAKê ya di derbarê têkoşîna li Rojhilatê Kurdistanê spasîya heyeta PAKê kir.

Hevdîtina heyetên PAKê û PDK-Î yê di atmosfereke dostane, germ û berhemdar da derbas bû. Herdu heyetan jî bal kişandin ser pêwîstî û girîngîya berdewamî, xurt kirin û pêşdebirina peywendîyên herdu partîyan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 350 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:12:54