Hinek koçberên ji Rojavayê Kurdistanê li Belarûsê asê mane

Hinek koçberên ji Rojavayê Kurdistanê ku dixwest biçin welatên Ewropayê, li bajarê Minskê yê Belarûsê asê mane.
27.11.2023, Pts - 06:04
Hinek koçberên ji Rojavayê Kurdistanê li Belarûsê asê mane
Nuçe Belav bike

Çend xortên ji Rojavayê Kurdistanê ku li Herêma Kurdistanê bûn, berê xwe dabû Belarûsê.

Wan dixwest berbasî Polonya û Latviyayê bibin ji bo ku biçin Almanya û welatên din ên Ewropayê.

Lê ew ji aliyê nobedarên sînorî ve hatin girtin û niha li paytexta Belarûsê bajarê Minskê asê mane.

Yek ji koçberan ê bi navê Hemîd Darî ji Belarûsê beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa rewşa koçberên asê mane kir.

Hemîd Darî da zanîn ku ew meha Çiriya Pêşînê ji Hewlêrê çûne Dubaiyê û ji wê derê çûne Moskowê û ji wê derê jî çûne Belarûsê.

Hemîd Darî diyar kir ku wan xwestiye ji Belarûsê derbasî Latviyayê bin lê ew li sînor hatine girtin û got:

“Polîsên aliyê Latviya û Polonyayê em girtin û telefonên me şikandin û wan li me xist. Em dîsa avêtin aliyê Belarûsê.

Li ser sînoran gelek koçber hene û kes jî alîkariya wan nakin. Ew li parkan û li daristan dimînin.

Di nav wan de gelek nexweş hene. Gelek koçber li vê derê asê mane û bi wan re pere jî nemane.”

Bi gotina Hemîd Darî zêdeyî 2 hezar koçberên ji Rojavayê Kurdistanê niha li Belarûsê asê mane û derketina ji wê derê jî gelekî zehmet bûye.

Hemîd Darî herwiha da zanîn ku hinek ji wan koçberan dixwazin vegerin Kurdistanê û hinek jî hewl didin biçin Almanyayê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 973 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:38:04