Holandayê ji bo vekirina balafirxaneyan bangî Iraqê kir

Heta niha gelek welatên rojavayî ji bo vekirina balafirxaneyên navneteweyî yên Hewlêr û Silêmaniyê bangî hikûmeta navendî ya Bexdayê kiriye.
06.03.2018, Sal - 06:03
Holandayê ji bo vekirina balafirxaneyan bangî Iraqê kir
Nuçe Belav bike

Heta niha gelek welatên rojavayî ji bo vekirina balafirxaneyên navneteweyî yên Hewlêr û Silêmaniyê bangî hikûmeta navendî ya Bexdayê kiriye. Konsulxaneya Holanda ya li Hewlêrê ragihand ku em ji biryara hikûmeta Iraqê ya ji bo dirêjkirina dema dorpêçên li ser balafirxaneyên Kurdistanê nîgeranin û daxwaz ji Bexdayê dikin ku dest bi gotûbêjeke watedar û biencam li gel Hewlêrê bike.

Konsulxaneya daxuyaniyek parve kir û got: "Em ji biryara dirêjkirina rawestandina geştên balafirxaneyên Herêma Kurdistanê nîgeranin, ku zirarê digihîne geşbûna aborî. Em daxwaz ji hikûmeta Iraqê dikin ku berdewam be li ser gotûbêja watedar li gel hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo çareserkirina pirsgirêka geştên navdewletî, herwiha çareserkirina nîgeraniyên pişka bûdce û pirsgirêkên din ên hilawîstî, li gorî Destûra Iraqê."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2001 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:55:42