Îsal çend Kurdan ji bo penaberiyê serî li Almanyayê daye?

Daîreya Federal a Koçber û Penaberan ragihand ku îsal 92 hezar û 545 koçberan ji bo penaberiyê serî li Almanyayê daye ku ji wan 18 hezar û 904 kes Kurd in.
11.05.2024, Cts - 16:43
Îsal çend Kurdan ji bo penaberiyê serî li Almanyayê daye?
Nuçe Belav bike

Daîreya Federal a Koçber û Penaberan a Almanyayê derbarê hejmara Kurdên ku 2024an ji bo mafê penaberiyê serî li Almanyayê daye bersiva pirsên ajansa Rûdawê da.

Li gorî Daîreya Federal a Koçber û Penaberan, di 4 mehên îsal de hejmara kesên ku koçî Almanyayê kiriye û gotiye em Kurd in 18 hezar û 904 kes e.

Ji van 12 hezar û 5 mêr û 5 hezar û 792 jî jin bûn. Yên di bin 16 saliyê de hejmara wan 5 hezar û 349 kes e.

Hejmara koçberên ku ji çar parçeyên Kurdistanê li Almanyayê serî li penaberiyê daye wiha ye:

Bakurê Kurdistanê: 9 hezar û 110 daxwaz

Rojavayê Kurdistanê: 5 hezar û 791 daxwaz

Başûrê Kurdistanê: 2 hezar 322 daxwaz

Rojhilatê Kurdistanê: 5 hezar 11 daxwaz

Li gorî daireya koçberan di 4 mehan de bi giştî 92 hezar û 545 kesî li Almanyayê daxwaza penaberiyê kiriye.

Ango ji her pênc penaberên ku îsal serî li Almanyayê daye yek jê Kurd e.

Almanyayê îsal 222 welatiyên Îraqê dersînor kiriye

Piştî serdana Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ya Almanyayê Berlîn û Bexdayê li ser dersînorkirina koçberên ku mafê mayîna wan a li Almanyayê nîne li hev kiriye.

Ne Hikûmeta Almanyayê û ne jî Hikûmeta Îraqê bi fermî rêkeftin piştrast nekiriye lê li gorî zanyariyên ku Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê bi taybetî ji Rûdawê û bernameya Diyasporayê re şandiye, derdikeve holê ku koçber bi hejmareke mezin û heta berî 2 hefteyan jî ji bo Îraq û Kurdistanê hatine dersînorkirin.

Berdevkekî Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê 10ê Gulanê li ser mijara dersînorkirina penaberên Îraqê bersiva pirsên Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno da.

Li gorî Berdevkekî Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê îsal 222 welatiyên Îraqê ji Almanyayê hatine dersînorkirin.

Li gorî vê yekê, 169 koçber vegerandine Îraq û Herêma Kurdistanê û 53 koçber jî vegerandine welatên ku jê hatine Almanyayê.

Herwiha li gorî bersiva Wezareta Karên Navxwe, Almanyayê biryar daye ku 22 hezar û 757 welatiyên Îraq dersînor bike ku mafê rûniştina demkî ya 20 hezar û 611 kesan heye.

Li aliyê din li gorî amarên hikûmetên herêmên Bavyera û Nordrhein-Westfalenê ku li ser koçberên Îraq û Herêma Kurdistanê ji nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno re şandine, li van her du herêman hejmara herî zêde ya koçberan ji Başûrê Kurdistanê ne.

Li gorî amarên ku wan hikûmetan vê hefteyê ji ajansa Rûdawê re şandine, li Bavyerayê 77 welatiyên Îraqê hatine dersînorkirin û 288 jî bi dilê xwe vegeriyane Îraq û Herêma Kurdistanê./Rudaw

 

Vî nûçeyê tevayî: 694 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:45:21