Ji 7 penaberên ku Brîtanya wan dişîne Ruwandayê, 2 kes Kurd in

Hikûmeta Ruwandayê amadebûna xwe ji bo wergirtina penaberan nîşan daye.
15.06.2022, Çar - 06:19
Ji 7 penaberên ku Brîtanya wan dişîne Ruwandayê, 2 kes Kurd in
Nuçe Belav bike

Tevî xwepêşandan û guvaşên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinan, Serokwezîr Boris Johnson, Wezîra Navxwe Priti Patel û Wezîra Derve ya Brîtanyayê Liz Truss rijd in li ser şandina wan penaberan bo welatê Ruwandayê, ku ew penaber bi rêya neyasayî çûne Brîtanyayê.

Hikûmeta Ruwandayê amadebûna xwe ji bo wergirtina penaberan nîşan daye. Li hember wergirtina wan penaberan, Brîtanya dê zêdetirî 150 milyon Dolar alîkariya mirovî bide Ruwandayê.

Ji 130 penaberên ku biryar bû werin deportkirin, 11 kes Kurd bûn, ji wan 11 kesan jî tenê 2 kesan nekarîn bilêta balafirê betal bikin û ew du kes ji bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 660 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:52:00