Ji Kanadayê jibo herdû aliyan banga aramiyê!

Wezîrê Berevaniya Kanadayê Harjît Sajjan ji medyaya welatê xwe re eşkere kir, danûstandinên navbera Bexda û Hewlêrê bi başî birêve diçin û got, ti pilneke Kanada di derbarê pirsgirêkên navxwe yên Iraqê de tine ye û ew alîgiriyê jî ji bo ti aliyekî jî nakin.
22.11.2017, Çar - 12:11
Ji Kanadayê jibo herdû aliyan banga aramiyê!
Nuçe Belav bike

Wezîrê Berevaniya Kanadayê Harjît Sajjan ragihand, ku ew bi danûstandinên di navbera hikumeta navendî ya Iraqê û hikumeta Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkan kêfxweş in.

Harjît Sajjan dazanîn, welatê wî dixwaze alîkariya Iraqiyan bike ku yekgirtî bin û bal kişande ser wê yekê, Kanada naxwaze rewş were pêş û bibe sedema derketina girûpeke din weke DAIŞ'ê.

Di berdevamiya axaftina xwe de Sajjan wiha got: “Armanca me ya yekem, hertim weke beşek ji hevpeymaniya navdewletî têkbirina DAIŞê ye, em tekezî li ser xala karkirin ligel hikumeta Iraqê û di vê derbarê de me gavên rast avêtin. Hêvîdar im ku hikumeta Iraqê û Kurd jî bikaribin zû nakokiyên navbera xwe çareser bikin.”

Her wiha hejmarek ji şêwirmendên leşkerî yên Kanada li Herêma Kurdistanê hene û berî çend hefteyan hikumeta Kanada erkê wan şêwirmendan rawestandibû.

Di derbarê vê mijarê de Harjît Sajjan ragihand, ku welatî wî çavdêriya rewşê dike, lê red kir demekê diyar bike ku erkê wan şêwirmendên leşkerî destpê bike, yan vegerin welatê xwe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1549 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:42:29