Karsazê Kurd li Ukraynayê di nava 3 rojan de keda xwe ya 30 salan winda kir

Hat ragihandin ku karsazê Kurd ê ji Ermenistanê Keleş Îşo ji bo jiyaneke nû li bajarê Makariv a bakurrojavayê Ukraynayê bicîh bû lê ji ber êrîşên Rûsyayê keda wî ya 30 salan 5 dikan û xaniyên wî xera bûn û 100 karkerên wî bê îş û kar man.
10.05.2022, Sal - 09:00
Karsazê Kurd li Ukraynayê di nava 3 rojan de keda xwe ya 30 salan winda kir
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya ku Rûdaw'ê de cih girtiye, Karsazê Kurd Keleş Îşo got, "Em ji Ermenistanê hatin vir, di gelek cihan de me kultur û ziman nizanibûn, em hîn bûn ketin nav kultura wan û me zimanê xwe xwedî kir. Zarokên me hemû bi Kurmancî xeber didin. Me di nava 30 salan de çêkir, di nava şevekê de hemû winda kir. Em ê dîsa çêkin ku teqiya em ê dîsa çêkin."

Li gelek gundên herêmê, gel li ber xaniyên xwe yên hilweşiyayî rûdinin. Elektrîk qut bûye, av û xwarin bi zehmetî tên dîtin û tîmên xwebexş rojane serdana gundan dikin û alîkariyê didin mirovan.

Şêniya gund Vitaliya Kuliov got, "Mirov piraniya alavên wan yên bingehîn ên weke derman, alavên şuştinê, xwarin û av nîn in û gelek kes bêyî tiştekî di malên xwe de dimînin."

Li gorî amarên Şaredariyê, li Makarivê û 50 gundên herêmê heta niha 180 cenaze hatine dîtin û ji wan 132 cenaze li kolanan bûne ku bi şêweyên cuda yên weke jêkirina destan û guhan û şewitandinê hatine kuştin. Sê hezar û 53 avahiyên taybet û yên hikûmetê jî zirar dîtine û 657 bi temamî hilweşiyane.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 652 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:09:04