Keça qurbaniyeke xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê bi Macron re civiya

Hejmarek jinên Kurd û Îranî li gel Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li Koşka Êlîzê civiyan
12.11.2022, Cts - 17:25
Keça qurbaniyeke xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê bi Macron re civiya
Nuçe Belav bike

Di wê civînê de, keça Kurd Ruiya Pîrayî beşdar bû ku keça Mîno Mecîdî wê jina kurd e ku di xwepêşandanên Kirmaşanê de bi teqeya hêzên Îranê canê xwe ji dest da.

Ew hevdîtin li ser daxwaza çalakvana Jin ya Îranê, Mesîh Elînijad û di rêya rêxistinekê bi navê Dadperwerî bo Kurd de hatibû rêkxistin.

Keça Mîno Mecîd heta berî çend rojan jî her li Rojhilatê Kurdistanê bû, wêneya wê ya li ser gora dayîka xwe rawestabû û pora xwe ya birî girtibû destê xwe, gelek deng veda.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macronli di wê hevdîtinê de piştgriya xwe ji bo xwepêşandanan û jinan nîşan da

Çalakvana jin a Îranê Mesih Elînijad (Masih Alinejad) dibêje: “Min ji Macron re got ku tiştê niha li Îranê rû dide, şoreş e, bila Fransa bibe yekem welat piştgiriyê dide soreşekê li hember desthilata Komara Îslam ya Îranê.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 548 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:26:12