Keçeke kurd li Hollandayê dibe xwendekara herî baş a salê

Keça Kurd a 19 salî ya bi navê Lava Hacî li Holandayê wek xwendekara herî baş a sala 2022’an hat hilbijartin.
29.06.2022, Çar - 06:56
Keçeke kurd li Hollandayê dibe xwendekara herî baş a salê
Nuçe Belav bike

Keça Kurd a 19 salî ya bi navê Lava Hacî li Holandayê wek xwendekara herî baş a sala 2022’an hat hilbijartin.

Lava Hacî ji aliyê jûriya Dezgeha Perwerdehiya Pîşeyî ya Hollandayê ve xelata xwendekara herî baş a salê wergirt.

Lava keça malbateke kurd a Rojavayê Kurdistanê ye ku 4 sal berê wek penaber koçî Holendayê kiriye û li gundekî bi navê Garwer dijî.

Malpera perwerdehiya pîşeyî ya Holendî nivîsand ku Lav keçek jêhatî, xwebawer e ku bi rastî dizane ka ew çi dixwaze û tê çaverê kirin ku bibe balyozek serfiraz.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 676 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:04:35