Kesekî kurd bû Wezîrê Darayî yê Brîtanyayê

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson, Nedîm Zehawî ji bo herdu wezaretên Darayî û Tendiristî yên Brîtaniyayê destnîşan kir.
06.07.2022, Çar - 08:29
Kesekî kurd bû Wezîrê Darayî yê Brîtanyayê
Nuçe Belav bike

Duh Wezîrê Darayî Rishî Sunak û Wezîrê Tendirustiyê Sajid Javid dest ji kar vekişandin, piştre Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson, Nedîm Zehawî ji bo wan her du wezaretan destnîşan kir.

Nedîm Zehawî di sala 1967an de li Bexdayê di malbatek Kurd jidayîk bûye û berî bibe Wezîrê Darayî, çend postên din ên bilind di hikûmeta Brîtanyayê de wergirtibûn.

Nedîm Zehawî li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” ragihand, dema ew hatiye Brîtanyayê, temenê wî 11 salî bû û bi Îngilîzî jî nedizanî, ji ber wê ew li dibistanê rastî zehmetiyan dihat.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 602 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:53:37