Key Behar li ber Koşka Rumine ya Lozanê daxwaza rêzgirtina li mafên Kurdan dike

Key Behar wek derhênerê naskirî yê Kurd, ligel Revenda Kurdî bi Ala Kurdistanê li ber Koşka Rumine ya Lozanê, dirûşma jêbirina Peymana Lozanê gotin û daxwaza mafên rewa yên Kurdî gihandin gelên Ewropayê.
28.07.2023, Cum - 13:48
Key Behar li ber Koşka Rumine ya Lozanê daxwaza rêzgirtina li mafên Kurdan dike
Nuçe Belav bike

Key Behar li ber Koşka Rumine ji Kurdistan24ê re ragihand: “Soz be, ez ê fîlmeke sînemayî ya li ser Lozan û êşa miletê xwe bikşînim, çimkî em di hemû qonaxên dîrokê de di hewla azadî û aştiyê de bûne, me ti car şer hilnebijartiye, çimkî em Kurd evîndarên çand û fîlm û muzîk û jiyana li Kurdistanê bi azadiyeke reha ne.”

Roja 24ê Tîrmeha 2023an, 100 sal di ser îmzekirina Peymana Lozanê ji aliyê welatên serkeftiyên Şerê Cîhanî yê Yekem û Tirkiyê ve, derbas bûn.

Lozan yekem peymana nebû ku li dijî Kurdan hatibû îmzekirin, beriya wê jî di destpêka Şerê Cîhanî yê Yekem, dema desthilata Osmanî lawaz bû, Fransa û Brîtanya di sala 1916an de Peymana Sykes-Picot îmze kirin û Rojhilata Navîn kirin du herêm, piştre jî Peymana Sewrê ku beşek ji mafên Kurdan qebûl kiribû, lê belê Peymana Lozanê ya roja 24ê Tîrmeha 1923an, hemû xewn û hêviyên Kurdan ên wê serdemê guherandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 453 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:11:16